Pelosî: Tedbîrên Çînê bo min ne xem e

Nancy Pelosi derbarê nîqaşên li ser serdana xwe ya Taywanê de peyivî

Pelosi got, ew ji bo pişgtiriyê bide Taywanê çû ye vî welatî

Herwiha Pelosi tedbîrên Çînê yên li hemberê wê û malbata wê ji bo wê ne xem e

Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Pelosî, li ser serdana xwe ya Taywanê ku li herêmê aloziyê kûr kiribû, axivî.

Siyasetmedara amerîkî qala hewldanên Çînê kir û got, ew ê nehêlin Çîn bikaribe Taywanê ji cîhanê îzole bike.

Pelosî got, ew ji bo piştgiriyê bide Taywanê û dostaniya Amerîkayê ya bi vî welatî re nîşan bide çûye vî welatî.

Nancy Pelosi derbarê ambargoya Çînê ya li dijî wê û malbata wê jî axivî û got, tedbîrên Çînê ji bo wê ne xem e.

Berdevka amerîkî di çarçoveya tûra xwe ya Asya-Pasîfîkê de çûbû serdana Taywanê.

Pelosi li vê girava di navenda aloziya bi Çînê re ye, bi seroka welêt Tsai-Ing-Wen re hevdîtinekê kiribû

Çînê gef xwaribû

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya serdana Pelosî, serokê Çînê Xi Jinping gef li Amerîkayê xwaribû.

Jinping gotibû, “Amerîka bi êgir dilîze” û eger ev serdan pêk were wê Çîn tedbîran bigire.

Lewma jî Çîn piştî serdana Pelosi, ketibû nava alarmê û li dora Taywanê dest bi tetbîqateke mezin kiribû.

Bi minavreyên xwe yên leşkerî Çîn gefa xwe ya li dijî Taywanê derxistibû asta herî bilind.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …