Îspanya û Almanya meseleya enerjiyê gotûbêj kirin

Lîderê Almanya û Îspanyayê, ji bo gotûbêja li ser krîza enerjiyê civiyan .

Îspanya xeteke enerjiyê ya di navbera xwe û Ewrûpaya Navîn de pêşniyaz kir

Li Ewrûpayê welatê herî zêde gaza Rûsyayê bi kar tîne, bê guman Almanya ye.

Lêbelê di destpêkê de zextên Amerîkayê û paşê jî şerê Ûkraynayê bû sebeb Almanya ji bo enerjiya alternatîf têkeve nava hewldanan.

Hukumeta Alman duh ji bo vê meselê di bin rêvebiriya serokwezîr Olaf Scholz de civînek li dar xist.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sançez jî ji bo gotûbêja li ser mijarê tevlî vê civînê bû.

Şansolyeyê Alman Scholz beriya civînê axaftinekê kir, derbarê hewldanên hukumeta xwe de agahî dan.

Scholz got, wan bi zanebûna ku wê krîza enerjiyê girantir be tam di wextê de dest bi kar kirine û tedbîrên pêwîst girtine.

Scholz diyar kir, ji ber tedbîrên hukumetê vê zivistanê wê li Almanyayê di meseleya gazê de problemek pêk neyê.

Piştî roja ewil a civînê, lîderên Alman û Îspanyol daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Xetên gazê yên li welatên rojhilat û navenda Ewrûpayê.

Pêşniyaza Îspanyayê

Lîderê Îspanyol Sançez di axaftina xwe de got, divê xeta gazê ya Madrîdê, bi xetên li navenda Ewrûpayê ye ve bê girêdan.

Sançez diyar kir, Îspanya dikare 30 ji % pêdiviya gaza ron a Ewrûpayê peyde bike û vê bi riya xeta nû ya enerjiyê bişîne welatên din ên Ewrûpayê.

Lîderê alman Scholz jî da zanîn, ew destekê dide avakirina xeteke enerjiyê ya di navbera Îspanya û Ewrûpayê de.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …