Scholz çû serdana Xi Jinping

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo serdanekê çû Pekînê.

Bi vê serdanê armanca Berlînê ev e têkiliyên heyî yên aboriyê yên bi Çînê re hîn bêtir pêş de bibe.

Bazirganiya Çîn-Almanyayê salane li derdora 246 milyar euroyî ye.

Almanya têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi Çînê re pêş de dibe.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo serdanekê çû Pekînê.

Ligel Scholz, heyeteke ku sektora aboriya alman temsîl dikir cî girt.

Bi vê serdanê armanca Berlînê ev e têkiliyên heyî yên aboriyê yên bi Çînê re hîn bêtir pêş de bibe.

Şansolyeyê alman li Pekînê bi her du lîderên Çînê Xi Jinping û Li Keqiang re hevdîtinan kir.

Herwiha civînên di navbera heyetên her du aliyan de jî hatin lidarxistin.

Ev serdana surprîz a Scholz bê guman herî zêde bi kêrî Çînê hat.

LI Çînê kurtedemek berê bi 20. Kongreya Neteweyî Xi Jinping bo cara sêyemîn hatibû hilbijartin.

Jinûvehilbijartina Jinping li welatên rojava wekî xurtbûna dîktatoriya li Pekînê hatibû nirxandin.

Li aliyekî din, hevkariya Çînê ya bi Rûsyayê re û helwesta wê ya di meseleya Taywanê de di demên dawî de zêdetir rastî rexneyên Amerîka û welatên  Ewrûpayê tê.

Lewma jî serdana Scholz a di vê dema krîtîk a ji bo Çînê de herî zêde bi kêrî lîderê Çînê Xi Jinping hat.

Bazirganiya Çîn-Almanyayê

Li gorî hin nûçeyên medyayê, wê di serdanê de bazirganî, mafên mirov ên li nava Çînê û Taywan were rojevê.

Lê digel xalên cuda yên rojevê jî wê mijara sereke bazirganiya di navbera her du aliyan de be.

Bazirganiya Çîn-Almanyayê salane li derdora 246 milyar euroyî ye.

Çîn di sektora hilberîna keştiyan û wesayitên bi elektrîk ên Almanyayê de xwedî roleke mezin e.

Lewma jî Almanya ji bo berjewendiyên xwe yên aboriyê naxwaze navbera xwe bi Çînê re xera bike û bide ser şopa Amerîkayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …