Lead negotiator for Ethiopia’s government, Redwan Hussein, left, shakes hands with lead Tigray negotiator Getachew Reda, as Kenya's former president, Uhuru Kenyatta looks on, after the peace talks in Pretoria, South Africa, Wednesday, Nov. 2, 2022. Ethiopia’s warring sides have formally agreed to a permanent cessation of hostilities, an African Union special envoy said Wednesday, after a 2-year conflict whose victims could be counted in the hundreds of thousands. (AP Photo/Themba Hadebe)

Etiyopya û Tîgre li hev kirin

Etiyopya û Tîgre bi peymaneke aştiyê aloziya bi navbera xwe de bi dawî kirin.

Ligel bidawîkirina şer, her du alî ji bo bêçekirina herêmê û vekişandina artêşa Etiyopyayê jî li hev kirin.

Di hevdîtinên li bajarê Pretoriayê şandekeye Yekitiya Afrîkayê navbeynkariyê kir.

Etiyopya û Tîgre bi peymaneke aştiyê aloziya bi navbera xwe de bi dawî kirin.

Ji bo bidawîkirina aloziyê, heyetên Etiyopyayê û Eniya Rizgariya Gelê Tîgreyê li Afrîkaya Başûr hatin cem hev.

Piştî civînên hefteyekê dom kir aliyan li hev kirin û îmzeya xwe danîn bin peymana aştiyê.

Bi vê peymanê şerê ku ev du sal in li Tîgreyê dom dikir bi dawî bû.

Di hevdîtinên li bajarê Pretoriayê şandekeye Yekitiya Afrîkayê navbeynkariyê kir.

Serokê berê yê Nîjeryayê Olusegun Obasanjo serokatiya heyeta afrîkî kir.

Di çarçoveya peymanê de Etiyopya û Tîgre li ligel bidawîkirina şer ji bo bêçekirina herêmê û vekişandina artêşa Etiyopyayê jî li hev kirin.

Nûnerê Yekitiya Afrîkayê Obasonji di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand, wê ev proseya ji bo aramiya li herêmê bi awayekî sîstematîk û di nava kordîneyê de bê meşandin.

Herwiha Obasonja got, bi peymanê li Tîgreyê sîstema sivîl a hiqûqî ji nû ve bê sazkirin û deriyên herêmê ji bo alîkariya humanîter bê vekirin.

Amhara û Erître

Amhara û Eritre di hevdîtinan de cî negirtin.

Ev ji bo peymana aştiyê wekî faktorekî negatîf tê qebûlkirin.

Di hevdîtinên li Afrîkaya Başûr herêma Amhara ya Etiyopyayê û Erître cî negirtin.

Amhara û Erître li ser daxwaza rêvebiriya Etiyopyayê rasteras tevlî şerê li Tîgreyê bûbûn.

Bi taybetî, hêzên amharayî li herêmê li dijî sivîlan komkujiyan pêk anîbûn.

Lewma jî cînegirtina ev herdu aliyan di hevdîtinên aştiyê de wekî faktorekî negatîf tê qebûlkirin.

Şerê Tîgreyê

Di 2020’an de Eniya Rizgariya Gelê Tîgreyê bi serhildaneke çekdarî dawî li rêvebiriya Etiyopyayê anîbû.

Tê texmînkirin di encama şerê du salan de ji ber encamên ablûqaya Etiyopyayê ji her du aliyan  di navbera 400 û 600 hezar kesî mirin.

Serokê Etiyopyayê Abiy Ahmed di di mijdara heman salê de rêxistina tîgreyî wekî terorîst îlan kiribû artêşa Etiyopyayê şandibû Tîgreyê.

Paşê, bi tevlîbûna mîlîsên ji herêma Amhara û artêşa Eritreyê şer li Tîgreyê giran bûbû.

Eniya Rizgariya Gelê Tîgreyê ji bo şer belavî Etiyopyayê bike li herêma Amhara û Afar operasyonan li dar xistibû.

Tigre herêmeke li bakurê Etiyopyayê ye û berfirehbûna wê bi qasî 50.000 km² ye. Nifûsa herêmê 7 milyon e. 

Tê texmînkirin di encama şerê du salan de ji ber encamên ablûqaya Etiyopyayê ji her du aliyan  di navbera 400 û 600 hezar kesî mirin.

Li gorî texmînan, ji vê hejmarê herî kêm 50 hezar kes sivîl in.

Li aliyekî din, 60 hezar sivîl ji bo xwe ji êrişên Etiyopyayê biparêzin reviyan Sudanê û li kampên penaberan ên vî welatî hatin bicîkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …