20. Kongreya Neteweyî ya Çînê dest pê kir

Kongreya Neteweyî ya Çînê roja yekşemê li paytext Pekînê dest pê kir.

Serokê Çînê Ji Xinping ku ev du dem ango 10 sal li ser kar in dixwaze carekê din ji aliyê kongreyê ve bê hilbijartin.

Kongreya Neteweyî ya Çînê roja yekşemê li paytext Pekînê dest pê kir.

Kongre rêvebiriya herî mezin a Çînê ye û ji 5 salan carekê tê lidarxistin.

Civîn bi qasî hefteyekê dom dikin û di bernameyan de derbarê meseleyên navxweyî û navneteweyî de biryar tên girtin.

Beriya kongreyê çav lir ê bû daneyên derbarê pêşketina aboriyê yên Çînê de bên ragihandin.

Lêbelê rêvebirî ev nekir û agahiyên encamên sê mehên dawî yên aboriyê eşkere kirin.

Sebeba vê jî ev bû, rêvebiriya Çînê ragihandibû ew ê Hilberîna Komî ya Welat wê di 3ê mehên dawî de ji % 5.5 be.

Lê texmînên dewletê rast derneketin û Hilberîna Komî ya Welat incax gihîşt 3 ji %.

Xi Jinping. Serokê Çînê 10 sal in li ser kar e. Jinping dixwaze ji bo dema 3. bê hilbijartin.

Serokatiya Ji Xinping

Serokê Çînê Ji Xinping ku ev du dem ango 10 sal li ser kar in dixwaze carekê din ji aliyê kongreyê ve bê hilbijartin.

Li gorî prosedureke ne nivîskî ya Partiya Komunist, serokê Çînê dikare du caran li ser kar bimîne.

Lêbelê heta niha Rêvebir a Partiya Komunîst ku ji 7 kesan pêk tê tu namzetek ji nava xwe dernexist.

Ev jî tê vê wateyê wê Xi Jinping wê ji bo cara sêyemîn jî bê hilbijartin.

Polîtîkayên Jingping

Lîderê Çînê Jingping di dema xwe de polîtîkayên klasîk ên serokên beriya xwe bêyî ku zêde biguherîne meşand.

Wî di qada navneteweyî de bi taybetî bi Amerîkayê re reqabetê bilind kir û li dijî welatên li Asya-Pasîfîkê ku dostên Amerîkayê ne zextan bilind kir.

Bi taybetî Xi Jinping dorpêça li dijî Taywanê jidand û li dijî serxwebûna giravê polîtîkayek bêeman meşand.

Jingping di nava welêt de bi taybetî kontrola li ser aboriyê û civakê xurtir kir û li dijî axadiya ramanê sansureke sîstematîk meşand.

Lê wî di heman demê de li dijî gendeliyê û karên nelirê jî têkoşîn kir û di dema wî de bi sedan xebatkarên payebilind ên dewletê hatin girtin.

Yek ji serkeftinên Jinping ya di nava welêt de li dijî şewba koronayê pêk hat.

Bi polîtîkaya di asta seferberiyê de hebûna şewbê ya di nava welêt de hate tunekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …