Sanchez: Naskirina Filistînê biryareke dîrokî ye

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got, “naskirina Filistînê ji bo pêkanîna aştîyê biryareke dîrokî ye.”

Lîderê îspanyol di daxuyanîya xwe de pêşnîyaz kir, ji bo serxwebûna Filistînê korîdoreke di navbera Şerîaya Rojava û Xezayê de pêwîst e.

Nîqaşên naskirina dewleta Filistînê ya ji aliyê sê endamên Yekitîya Ewrûpayê ve berdewam dikin.

Îspanya ku yek ji van dewletan e, li ser vê mijarê daxuyanîyeke din da.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got, “naskirina Filistînê ji bo pêkanîna aştîyê biryareke dîrokî ye.”

Sanchez vê axaftinê berîya civîna lîjneya wezîran a hukumeta xwe kir.

Lîderê îspanyol di daxuyanîya xwe de pêşnîyaz kir, ji bo serxwebûna Filistînê korîdoreke di navbera Şerîaya Rojava û Xezayê de pêwîst e.

Sanchez Hukumeta Neteweyî ya Filistînê ya heyî wekî hukumeta Filistîna serbixwe pênase kir û Rojhilatê Qudsê jî wekî paytexta dewleta nû nîşan da.

Çend roj berê, Îrlanda, Norwêç û Îspanya diyar kiribûn wê dewleta Filistînê nas bikin.

Dewleta Filistînê di ji alîyê lîderê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat ve di 1988an de hatibû ragihandin.

Hejmara dewletên serxwebûna Filistînê nas kiribûn di nava deme de gihîştibû 146an.

—————————————

Foto: Pedro Sanchez/X.com 

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …