Salvegera Şoreşa Sandînîst hat pîrozkirin

 

 

Li Nîkaraguayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e, Şoreşa Sandînîst a 19’ê Tîrmeha 1979’an tê pîrozkirin. Pîrozbahî di 17’yê Tîrmehê de ku roja reva dîktator Anastasio Somosa ya ji welat bû, dest pê kirin. Vê rojê wekî “Roja Dilşadiyê” tê binavkirin û pîrozkirin.

Di roja yekemîn a pîrozbahiyan de bi taybetî ciwanên şoreşger bi beşdariya xwe balê kişandin. Bi tenê li paytext Managuayê sê hezar endamên rêxistina Ciwanên Sandînîst beşdarî pîrozbahiyên salvegera reva dîktator Somoza bûn. Beşdar di pîrozbahiyan de alên neteweyî yên Nikaraguayê û yên Eniya Sandînîst a Rizgariya Neteweyî (FSLN) hilgirtin.

Navenda pîrozbahiya vê roja dîrokî li paytext Managuayê Meydana Şoreşê bû. Ji bilî ciwanan, karker, xwendekar û gerîlayên kevn jî beşdarê pîrozbahiyê bûn. Di heman demê de li 153 bajar û bajarokên li seranserê welat jî pîrozbahiyên curbecur ên ji bo vê rojê hatin lidarxistin.

p3

Kurtedîroka Şoreşa Sandînîst

Anastasio Somoza Garcia ku fermandarê artêşa Nikaraguayê ya bi navê Guardia Nacional (Parazvanên Neteweyî) dihat naskirin bû û ji aliyê DYA’yê dihat destekirin, di 1937’an de rêvebiriya welat bi dest xist. Li dijî polîtîkayên Somoza yên siyasî û civakî û zilma wî ya li ser gel, di 1962’an de rêxistina çekdar FSLN hat damezrandin. Damezrînerê rêxistinê komeke entelektuel û dilxwaz bûn û rêxistin ji aliyê ciwaneke bi navê Carlos Fonseca ve dihat birêvebirin.

Di pevçûnên salên ewilî yên şerê gerîla de FSLN gelek windahiyan da û li gelek ciyan ji aliyê artêşa Somoza Guardia Civil ve hat têkbirin. Di êrişeke artêşê ya 1976’an de Carlos Fonseca û çend rêvebirên rêxistinê hatin kuştin û piştî vê bûyerê sê rêxistin hatin damezrandin: FSLN Proleter, FSLN Şerê Gel ê Dirêj û FSLN Serhildan.

1413494320248guerrilla2

Di dawiya sala parçebûna rêxistinê de FSLN Proleter li bajaran êrîşên bi tesîr ên li dijî baregehên artêşa dîktator pêk anî. Paşê ji bo yekitiyê her sê rêxistin li hev kirin û ji wê demê şûn de êrîşeke fînal a di hemû eniyan de li dijî dewletê dan destpêkirin. Bi vê êrîşa berfireh de dihat hêvîkirin ku her sê hêz li Managuayê bigihîjin hev û dawî li dîktatoriyê bînin.

Ji ber meşa serfiraz a hêzên gerîla Anastasio Somoza û çend rêvebirên payebilind di 17’yê Tîrmeha 1979’an de mecbûr man ku ji welat birevin Amerîkayê. Paşê, di 19’yê Tîrmehê de jî artêşa dîktator şer sekinand û teslîmê hêzên şoreşger bû.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …