Ji Ermenîstanê tê ragihandin ku di warê temsîla êzdiyan a di parlamentoyê de wê bê zêdekirin. Di çarçoveya guherînên ku wê di destûra bingehîn de bê kirin, wê di dewsa kursiyekî de ji bo êzdiyan du kursî bên veqetandin.
Pêşnûmaya nû ya Destûra Bingehîn a Ermenîstanê li welat sîstema parlamentoyê xurtir dike û ji bo temsîla kêmarên li welat sîstema kotayê tîne. Ji ber ku êzdî bi rêjeya xwe ya ji % 1.3 ya nîfûsê li welat kêmara herî mezin a etnîk in, li gorî xala 89’an a vê pêşnûmayê wê bibin xwediyê du wekîlan.
Ji bo pêşnûmaya navborî wê dawiya sala 2015’an de di Parlamentoya Ermenîstanê de dengdayin bê lidarxistin.
Li Ermenîstanê 40,000 êzdiyên kurd dijîn ku hin ji vê nifûsê ji ber sebebên aboriyê di demên dawî de koçî welatên derve kirine. Ji 2012’an û vir ve êzdiyên li vî welatî ji aliyê dewletê ve wekî komeke etno-olî tê naskirin. Êzdiyên li Ermenîstanê xwedî azadiya olî ne û bi serbestî hemû îbadetên xwe dikarin bikin.
Êzdiyên Ermenîstanê ji ber zilma mîrên feodal ên kurd û dewleta Osmanî, ji vir 100 sal berê dest bi koça ber bi vî welatî kirin. Di jenosîda 1915’an a li dijî ermeniyan de ligel gelên din ên xrîstiyan, êzdî jî hedef hatin girtin û vê yekê kir ku êzdî bi girseyî ji erdên di destê osmaniyan de birevin.
Ji bilî Ermenîstanê, li parlamentoyên Iraq, Tirkiye, Rûsya, Herêma Federal a Kurdistanê jî wekîlên êzdî hene. Li Tirkiyeyê 2, li Iraqê 2, li Rûsyayê 1, li Herêma Federal a Kurdistanê wekîlekî êzdiyan temsîl dikin. Li Gurcîstanê jî wekîlekî êzdî bi navê Tamaz Avdalyan di parlamentoyê de bû lê Avdalyan çend meh berê mir.
Înfowelat