Alîgirên Rûsyayê li Donetskê serxwebûna xwe îlan kirin

 

 

Li bajarê Donetskê ya li rojhilatê Ûkraynayê serhidêrên alîgirên Rûsyayê “komara gel” Donetskê damezrandin. Serhildêr dan xuyakirin ku ew ê ji bo diyarkirina qedera  bajêr û erdên girêdayê wê referandûmekê li dar bixin.

Serhildêrên rûs ên li Donetskê ku di 6’ê Nîsanê de avahiyên dewletê bi dest xistin, li ser navê Konseya Gel a ku ji aliyê wan ve hat damezrandin deklerasyonekê weşandin. Di deklerasyonê de di derbarê bernameya vê serhildana sivîl wiha hat gotin: “Gelê Komara Gel a Donetskê xwedî mafên erdan, çavkaniyên binaxê, qada xwe ya hewayê, av û çavkaniyên din ên ku di nava sînorê komarê de ye. Komar wê bi awayekî serbixwe biryarê bide ji bo statuya xwe ya aboriyê, siyaseta xwe ya fînans, kredî û razemeniyê bimeşîne, butçeya xwe ya dewletê ava bike û ji bo prosedurên di derbarê damezrandina pereyê komarê û fonên din biryarê bide. Mafê komarê heye ku karê avakirinê û xebatên din ên şîrket an saziyên ku xisarê dide ewlekariya neteweyî qedexe bike an bisekinîne. Wê deklerasyon ji dema ku hatiye qebûlkirin û pê ve têkeve pratîkê û wê ji bo pejirandina destûreke bingehîn a Komara Gel a Donetskê bingehekê amade bike.”

Donetsk bajarekî mezin ê endustriyê ye ku piraniya nifûsa wê ji kesên rûsîaxêf pêk tên. Bajêr di heman demê de navenda Wîlayeta Donetskê ye ku nifûsa wê li derdora 5 milyonî ye. Di nava pêla serhildana 6’ê Nîsanê de, ji bilî Donetskê li bajarên din ên wekî Harkov û Luganskê jî serhildêr gelek avahiyên dewleta Ûkraynayê bi dest xistin û daxwaza veqetîna ji vî dewletê kirin.

DKR_map copy2

Komara Donetsk a 1918’an

Serhildêrên ku çend roj berê li Donetskê serxwebûna wîlayetê îlan kirin, nav û ala berê yên komareke Sovyetê ya temenkurt bi kar anîn.  Komunîstên li rojhilata Ûkraynayê di Çileya 1918’an de Komara Sovyetê ya Donetsk-Krivoy Rogê damezrandin. Ji bilî Donetskê, bajarên Harkov, Yekaterinoslav, Kerson û herêma Donbassê di nava sînorê komara nû de ma. Damezrînerên vê komarê bi vê gava xwe xwestin ku herêma Donbassê ku qadeke zengîn ê madenan bû, ji kontrola Ûkraynayê derkeve û nekeve destê Împaratoriya Alman.

Salekê piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917’an, Ûkrayna serxwebûna xwe îlan kir û ji Rûsyayê  veqetiya. Dewleta alman di van şert û mercên giran ên gelên ku li ser axa Împaratoriya Rûsyayê ya kevn dijiyan de dixwest hemû Ûkraynayê dagir bike. Lê dewleta nû ya Bolşevîk a li Moskowê ji rêvebiriya Komara Donetsk-Krivoy Rog xwest ku dawî li hebûna xwe bîne û li dijî almanan bi tevlî komunîstên ûkraynayî şer bike. Piştî bidawîbûna şer, Ûkrayna bû komareke Yekitiya Sovyetê û herêma Donetskê û derdora vê wilayetê li ser Ûkraynayê ma.

Çavkanî: En.ria.ru, nationalia.info, Itar-tass.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …