Îran fuzeyeke hîpersonîk pêş xist

Fuzeyên hîpersonîk di navbera 5 û 25 qatan ji leza deng zêdetir difirin.

Li cîhanê Rûsya di pêşbirka fuzeyên hîpersonîk de serî dikişîne û Çîn û Amerîka wê dişopînin.

Îran bi hilberîna çekên nû kapasîteya xwe ya leşkerî xurtir dike.

Tehranê ragihand, wê fuzeyeke nû ya hîpersonîk pêşxistî ye.

Fermandarê Parazvanê Şoreşê Emîralî Hacîzade derbarê mijarê de daxuyaniyekê da.

Hacîzade got, “Ev fuzeya hîpersonîk a balîstîk li dijî sîstemên pararastinê hatiye pêşxistin.”

Generalê Îranê da zanîn, bi vê taybetiya xwe fuze ji çekên berê yên Îranê gelek zêde pêşketîtir e.

Çi ne fuzeyên hîpersonîk?

Fuzeyên hîpersonîk herî zêde bi leza xwe ya pir zêde tên naskirin.

Ev cûre roketdi navbera 5 û 25 qatan ji leza deng zêdetir difirin.

Lewma jî fuzeyên supersonîk ji fuzeyên balîstîk leztir dikarin bigihîjin hedefên xwe.

Li cîhanê Rûsya di pêşbirka fuzeyên hîpersonîk de serî dikişîne û Çîn û Amerîka wê dişopînin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

The Jerusalem Post: Bila Îsraîl derîyên Xezayê ji Tirkîyeyê re veneke

Tirkîye dixwaze di meseleya Xezayê de bibe aktorekî sereke lê Îsraîl ji vê yekê aciz …