Romana Zagros û Zerdeşt û Geliye Godernê

Mehabad Felat Arda

Hêjayî gotinê ye ku agahiyên vê beşa romana min, ji nivîskarê hêja Can Şeker ku bi xwe ji wê herêmê ye, hatiye girtin. Can Şeker yek ji wan kesan e ku derbarê dîrok û çîroka herêmê de xwedî agahiyên herî berfireh û baş e. Spasiya wî dikim:

“Hinek nivîskarên antîk ji bo herêmê dibêjin Kaordeniye, hinek jî dibêjin ku ev nav ji kurdenî tê û dewletek bûye. Wê beriya zayînê di salên sedî de ji Dîlokê heya Bilîs û Wanê hukim kiriye. Keyê wê dewletê Key Zerban bûye. Nivîskarê antîk ê yewnanî Strabon ku beriya zayînê di navbera salên 65 û 23’an de jiyaye jî, bahsa Gordenê û dewleta Gordenê dike û angaşt dike ku sînorên dewleta Gordenê heya Azerbeycanê diçe.

Ksenefon jî dema behsa Gordenê dike, dibêje ku “Tîrên wan dirêj bûn, bi qasî bejna mirovekî bûn, kevanên wan jî ji bo baş bê tewandin, ji dara hesindar bûn“ ku niha jî ev dar li herêmê hene û cureyek ji dara mazî ye. Ev kevanên ku Ksenefon behs dike, li ber tirafa agirê hesindaran ditewandin. Ew kevan ji aliyê sê leşkerên romayî ve jî nedikarîn bên tewandin, lê gelê herêmê ew kevan bi piyên xwe dikişandin û tîr berdidan.

zagros-u-zerdest0fd7a273d4928667f6cff1da170512fd

Zerdeşt jî û Şoreş jî pirtûka Ksenefon xwendibû û xwedî agahî bûn. Ji ber wê jî, dema hatibûn Gordenê, kelecanekê bi wan girtibû û bi heman kelecanî jî zanebûnên xwe bi hev re parve dikirin, bi saetan li ser mijarê diaxivîn, bermahiyên ku dîtibûn mînak nîşan didan. Gerîlayên din jî ku li wan guhdarî dikir û rastî hin bermahiyan hatibûn, ev bi hevalên xwe re parve dikirin û hemû bi hev re, bi van vegotinan, ji wê demê vediqetiyan û diçûn serdema kevn, mîna ku bi xwe jî di nav kardoxan de bin, pê serbilind dibûn.

Şoreş dema behsa xaniyên wê demê dikir ku du sê qatî bûne û xwedî çandeke bilind bûne, nava çavên wî dibirbisîn. Zerdeşt gotin jê digirt û dîsa ji Ksenefon mînak dida ku di binê wan xaniyan de mexzen hebûne û meyên ku ji tiriya rezên li herêmê hatine çandin, di wan mexzenan de parastine. Pê re gerîlayek xwe di nav re dikir û digot: “Min wê rojê bermahiyên hin rezên pir kevn li deverekê dîtin, ez bawer im ên wê serdemê ne.”

Faris û ermen wê demê alîkariya hev dikir û ji dema medan ve kurdan ji farisan hez nedikir. Licullusê romayî, dema bi ser persan de diçe, alîkarî ji Key Zerben dixwaze û Zerben destûr dide ku Liculus li Gordenê havîngehek ava bike. Paşê navê wî araziyê ku havîngeh lê hatiye avakirin, datînin “Baberom“ ku hîn jî navê wê derê Baberom e. Baberom ji Licullus re tê gotin. Ji ber nakokî di navbera Zerben û farisan de hebûye, Zerben destûr dide Licullus. Şikeftek li wê derê ye ku niha kevir ketiye serê û devê şikeftê girtiye, lê nêzî pênc hezar kesî dikarin di wê şikeftê de bi cih bibin. Şikeft di bin kelê de ye û zivistanê ji bo parastina leşkeran hatiye çêkirin.

Geliyê Gordenê ji Temira dest pê dike û heya Hesika diçe. Çemê Saromê di nav gelî re derbas dibe. Ji kêlaka gundê Gordenê jî Çemê Zirê derbas dibe ku ji wî çemî re Zerben an jî Zorê tê gotin. Di wî çemî de masiyek heye ku navê wî masîyê Zerben e û tenê di wî çemî de dijî. Di dema van sohbetan de, dîsa gerîlayek ku rojekê ji wan masiyan girtibû, mînak da û masî da nasîn: “Masiyekî pehn e, perên wî û dora devê wî zer in. Ez bawer im ew masî ye ku loma jê re gotine Zerben û hîn jî hene.”

Ji wî cihî re ku Çemê Saromê û Çemê Zirê derbas dibe Sertîr tê gotin. Dema di axaftin û sohbetan de behsa Sertîr derbas dibû, hemû bi hev re xemgîn dibûn, bêdengiyeke kûr xwe berî nav koma gerîlayan dida û hin ji wan nedikarîn bi hêstirên çavên xwe, lewre li wê derê 15 hevalên xwe bi çekên kîmyewî ji dest dabûn.

Nêzî du sed mîtro li biniya Sertîr, di salên 1890’î de pirek hatiye avakirin û ew pir hîn jî heye. Kevirên pirê dişibin kevirên Pira Malabadê, lê pir ne mîna ya Malabadê çaviyek e, du çavî ye. Li seriya pirê û her du aliyên pirê du zinarên mezin hene ku nêzî hezar mîtroyan bilind in. Zinar, mîna ku bi kêrê hatibin birîn, wisa rast in û her du zinar jî ji hev re paralel in. Zinarek li aliyê Farqînê û yek jî li aliyê Pasûrê dikeve ku ev der dibe sînorê her du navçeyan. Ev her du zinar jî hatine qulkirin û tê de ode hatine çêkirin. Ji zinarê aliyê Pasûrê re dibêjin Lîsê Teyra. Ji vê pirê re jî, dibêjin Pira Gordenê ku li rojavayê Gordenê dikeve. Lê ji bilî wê pireke din heye ku pir kevn e û ew jî di gelî de ye û li rojhilatê Gordenê dikeve. Tê gotin ku nêzî sê hezar salî ye, lê pir, nemaye. Bermahiyên wê mane. Pir bi xwe xera bûye. Li raserê vê pirê jî keleke kevnare heye ku jê re dibêjin Kela Warşêxwe. Di nav van her du piran de tê gotin ku heft aş hebûne, lê belê ji wan aşan heya niha du aş mane ku wê demê aş pir girîng bûne, mîna fabrîqeyên wê demê bûne. Gundê Godernê, li ser zinarekî bi qasî sed mîtroyî bilind hatiye avakirin. Ew zinar jî, zinarekî tîk e ku mîna bi kêrê hatiye birîn. Li hemberî wî zinarî, zinarekî din heye û ew jî wisa bilind û tîk e. Di navbera her du zinaran re zaboqek derbas dibe. Wê demê ji wî zaboqî pê ve tu rê tune bûye ku meriv karîbe derbasî aliyê Serhedê, Ermenistanê û herêma farisan bibe. Li nîvê her du zinaran jî qul hatine vekirin û li wan qulan nobet hatiye girtin, ji rêwiyên ku derbasî aliyê Serhedê yan Ermenistanê dibûn, bac hatiye stendin.

Gorden di navbera Farqîn, Pasûr, Licê û Hezroyê de ye, lê li ser Pasûrê ye. Li bakur Pasûr, li başûr Hezro, li başûrê rojhilat Farqîn û li bakurê rojava jî Licê heye. Li gelek deverên herêma Gordenê şikeftên ku bi destan kolane hene û li pêşiya wan ax heye ku diyar e mîna baxçe hatine bikaranîn, ango çandinî kirine. Ji kêleka zinaran av derdikeve ku ev şikeft jî li nêzî wan kaniyan hatine kolan. Li gelî hema bibêje her cure darên fêkiyan hene û biharan dema dar kulîlk vedidin, dibe mîna tabloyeke rengîn. Herêm dîsa bi pezkûvî û berazên xwe bi nav û deng e. Her wiha darên tûyan li herêmê pir in, qoze têne xwedîkirin ji bo hevrîşim, ev jî ji bo debara gundiyan xwedî girîngiyeke mezin e.

Kurd bi du sembolên xwe tên nasîn; yek jê teyr û yek jî şêr e ku ev her du sembol jî li herêmê tên dîtin. Li hemberî gund ber bi aliyê Farqînê ve zinarekî pir bilind heye ku dirûvê şêr bi wî zinarî dikeve. Jixwe navê zinar jî danîne Kevirê Şêr. Di wî kevirî bi xwe de jî şikeft hatine kolan.

Li ser pira kevn, navbera Gordenê û Hesika, aliyê rojhilatê Gordenê şikeftek heye ku niha jê re dibêjin Şikefta Şêx Fexrî. Di sala 1937’an de di bin rêberiya Şêx Fexrî de li wê herêmê serhildanek dest pê dike. Şêx Fexrî ligel 40 mirîdên xwe ku di heman demê de ev mirîd leşkerên wî bûne, di şikeftekê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên otomatîk tên kuştin, bi tenê Sofî Simo difilite.

Ev agahî hemû hinek ji pirtûkan û gelek jî ji gundiyan hîn bûbûn, di sohbetên xwe de bi hev re parve dikirin. Dema Şoreş mizgîniya bûyîna kurê Zerdeşt da Zerdeşt, ew li ber devê Şikefta Şêx Fexrî rûniştî bûn.”

Jêder: Pukmedia.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …