HPG bi êrişa fedayî ya li Enqereyê ku dixwest dewleta Tirk “hişyar” bike, negihîşt armanca xwe.
Rejîma Erdogan bi lez û bez bûyerê veguherand awantajekê û berê xwe da destkeftinên Kurdan.
HPG di 1’ê Cotmehê de li hember Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê êrişekê li dar xist.
Di vê êrişa fedayî de 2 gerîla jiyana xwe ji dest dan û 2 polês birîndar bûn.
Ji ber cî, hedef û awayê lidarxistinê, çalakî di cî de bû rojeva yekemîn a Kurdistan û Tirkeyeyê.
Baş e, vê çalakiya ji nişkave ya li nava dilê dewleta Tirk xizmetê ji çi re kir?
Kîjan alî çawa dikare ji vê çalakiyê fedayî sûd werbigire?
Bersiva vê pirsê li derveyî propaganda û dezenformasyona her du aliyên şer dikare bê şopandin.
Mirov dikare ji nava daxuyaniyên piştî çalakiyê hatine dayin, hinek nuqteyên girîng peyde bike.
Ji bo vê jî em ji reaksiyonên dewleta Tirk ku hedefa çalakiyê bû, dest pê bikin.
Erdogan çi got?
Erdogan dîsa plana xwe ya dagirkirina Rojava anî rojevê û got, ew ê “li ser sînorên xwe yên başûr herêmeke tampon a firehbûna wê 30 kîlomêtro ye ava bikin.”
Serokomarê şerxwaz ê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan bi daxuyaniya xwe ya piştî çalakiyê bi lez Rojava hedef nîşan da.
Erdogan dîsa plana xwe ya dagirkirina Rojava anî rojevê û got, ew ê “li ser sînorên xwe yên başûr herêmeke tampon a firehbûna wê 30 kîlomêtro ye ava bikin.”
Herwiha şefê dewleta Tirk Amerîkayê bi “desteka terorîstên li Sûriyeyê” sûcdar kir.
Ev jî careke din, êrişeke muhtemel a dagirkirinê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê anî rojevê.
Operasyonên Tirkiyeyê
Li Metîna, Xaxurkê, Qendîl û Gareyê 20 hedefên HPG’ê rastî bomberana hewayî ya artêşa Tirk hatin.
Di rojekê de, li 18 parêzgehan 450 operasyon hatin lidarxistin û li derdora 100 kesî hatin destgîrkirin.
Piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê, li Metîna, Xaxurkê, Qendîl û Gareyê 20 hedefên HPG’ê rastî bomberana hewayî ya artêşa Tirk hatin.
Dewleta Tirk bi vê jî nehat serî û li nava Tirkiyeyê li dijî siyaseta sivîl û mixalifan dest bi zilmê kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kete nava hereketê fermana operasyonên berfireh da.
Di rojekê de, li 18 parêzgehan 450 operasyon hatin lidarxistin û li derdora 100 kesî hatin destgîrkirin.
Paşê bi demê re hejmara kesên hatin destgîrkirin her ku çû zêde bû.
HPG çi got?
Tevî ku tu windahiyên Tirkiyeyê çênebûn jî çalakî bi gotinên “bi heybet û dîrokî” hat pênasekirin.
HPG bi riya Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) di derbarê êrişê de daxuyaniyeke dirêj da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çalakî “bi armanca hişyarkirina” dewleta Tirk, ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye lidarxistin.
Tevî ku tu windahiyên Tirkiyeyê çênebûn jî çalakî bi gotinên “bi heybet û dîrokî” hat pênasekirin.
Lêbelê aliyê herî balkêş ê vê daxuyaniyê, vê hevoka derbarê sebeba pêknehatina windahiyan aliyê Tirk bû:
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “eger di saeta çalakiyê de guhertinek biçûk bihata kirin wê rê li ber encamên pir cuda vekirana.”
Êriş û lîsteya terorê
Êriş bû derbeyekê li hember hewldanên PKK’ê ya ji bo bidestxistina meşrûiyeta li qada navneteweyî.
Kurtemek piştî êrişa fedayî, sîstema navneteweyî çalakiyê şermezar kir.
Welatên xwediyê daxuyaniyan, di meseleya şerê bi PKK’ê de careke din li cem Tirkiyeyê cîh girtin .
Bi taybetî, daxuyaniya bi lez a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) balê kişand ser xwe.
Amerîka ligel şermezarkirinê, desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê ya li hemberê Tevgera Kurd îfade kir.
PKK di salên dawî de dixwest ji lîsteya terorê ya Amerîkayê û welatên Ewrûpayê derkeve.
Lewma jî nedixwest çalakiyên bi vî rengî yên zirarê bide vê daxwaza wê li nava Tirkiyeyê li dar bixe.
Êriş bû derbeyekê li hember hewldanên PKK’ê ya ji bo bidestxistina meşrûiyeta li qada navneteweyî.
Êriş û parastina Rojava
Êrişa surprîz a li paytexta Tirkiyeyê xetereya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyeyê dîsa zindî kir.
Êrişa surprîz a li paytexta Tirkiyeyê xetereya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyeyê dîsa zindî kir.
Tirkiyeya li dijî Rojava herdem êrişên hewayî û bejahî li dar dixe, di aloziya dawî ya li Rojava de çeteyên girêdayî xwe ajotibû ser hin deverên Rojava.
Bûyera li Enqereyê û daxuyaniyên di lehê Tirkiyeyê de, deriyên dagirkirina Rojava dîsa ji dewleta Tirk re vekir.
Bi dûv daxuyaniya Erdogan, îcar dor hat ser Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê.
Hakan Fidan di 4’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê Rojava hedef nîşan da.
Fidan got, hemû avahî û tesîsên PKK’ê û YPG’ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo wan hedefe.
Êriş xizmetê ji çi re kir?
Çalakiya negihîşt armanca xwe, bêhêvîbûna gel kûrtir kir û di psîkolojiya girseya welatparêz de birîneke din vekir.
Çawa PKK’ya xwedî tecrûbeyeke 40 salan dikare bi çalakiyeke bi vî rengî rê li ber encamên wiha veke?
HPG bi êrişa fedayî ya li Enqereyê ku dixwest dewleta Tirk “hişyar” bike, negihîşt armanca xwe.
Ji ber ku ji bilî birîndarbûna du polêsan tu windahiyên dewleta Tirk pêk nehat.
Daxuyaniya propagandîf ku çalakiyê “bi heybet û dîrokî” pênase kir, eleqeya xwe bi rastiyê tune ye.
Rejîma Erdogan bi lez û bez bûyerê veguherand awantajekê û berê xwe da destkeftinên Kurdan.
Niha Rojavaya ku tekane berhema Tevgera Kurd a li ser piya maye, ji berê bêtir di bin xetereyê de ye.
Çalakiya negihîşt armanca xwe bêhêvîbûna gel kûrtir kir û di psîkolojiya girseya welatparêz de birîneke din vekir.
Lewma jî pirsa krîtîk a di vê meseleyê de divê bê kirin ev e:
Çawa PKK’ya xwedî tecrûbeyeke zêdetirî 40 salan dikare bi çalakiyeke bi vî rengî rê li ber encamên wiha veke?
Fotoyê bergê: Dîmenek piştî êrişa Enqereyê./Artigerçek