Jon Fosseyê Norwêcî Xelata Nobelê wergirt

A.Rahman Çelîk

Îsal wêjekarê Swêdî Jon Fosse Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirt.

Wêjekarê 64 salî Jon Fosse berhemên xwe bi “Norwêciya Nû” ya yek ji du şêwazên nivîsînê yên fermî tê qebûlkirin, dinivîse.

Îsal wêjekarê Norwêcî Jon Fosse Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirt.

Akademiya Zanînê ya Kraliyeta Swêdê ragihand, “Jon Fosse bi metn û lîstîkên şanoyê yên nûjen dengekî nû li dengan zêde kiriye.”

Jon Fosse piştî hîn bû wî xelat wergirtiye, daxuyanî da.

Wêjekarê Swêdî diyar kıir bi Xelata Nobelê ew gelekî şanaz bûye, bes tirsa wî jî ewqasî zêde ye.

Jon Fosse got: “Ez tiştekî din nafikirim. Vê xelatê dinirxînim, wekî tenê dane wêjeyeke dixwaze bibe wêje.”

Bi Norwêciya Nû nivîsî

Wêjekarê 64 salî Jon Fosse berhemên xwe bi Norwêciya Nû (Nynorsk) ya yek ji du şêwazên nivîsînê yên fermî tê qebûlkirin, dinivîse.

Norwêciya Nû ya li ser bingeha devokên herêmî ava bûye, di sedsala 19. de wekî alternatîfa zimanê Danî (zimanê Denmarkê) derketiye holê.

Wêjekarê 64 salî Jon Fosse berhemên xwe bi Norwêciya Nû (Nynorsk) ya yek ji du şêwazên nivîsînê yên fermî tê qebûlkirin, dinivîse.

Norwêciya Nû ya li ser bingeha devokên herêmî ava bûye, di sedsala 19. de wekî alternatîfa zimanê Danî (zimanê Denmarkê) derketiye holê.

Norwêciya nû di vî zemanî de, tenê ji aliyê ji 10 ji % gel ve tê bikaranîn.

Jon Fosse li gel bi dehan berhemên şanoyê, gelek roman, ceribandin, helbest û pirtûkên zarokan jî nivîsiye.

Zanyarên hêjayî Xelata Nobelê hatibûn dîtin, roja Duşemê Tib, roja Sêşemê Fizîk û roja Çarşemê jî Kîmya diyar bibûn.

Ji Xelatên Nobelê, îroj xelata aştiyê û roja Duşemê jî xelata aboriyê wê eşkere bibe.

Di merasîma 10’ê Kanûnê de, wê ji destê kralê Swêdê diyariyî xwediyên wan bên dayîn.

Xelata Nobelê ya wê li hersê zanyaran bê parvekirin, nêzîkî milyonek ewro ye.

Xelata li ser navê mucîdê dînatmîtê Alfred Nobel, ji sala 1901’ê û vir ve tê dayîn.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …