Rizgar Şêxanî xelata wergerê ya Akademiya Swêdî stand

Akademiya Swêdî xelata wergera edebiyata bedew ya swêdî bo ser zimanên din pêşkêşî nivîskar û wergêrê kurd yê li Stockholmê Rizgar Shekani (Rizgar Şêxanî) kir.

Ev yek ji gelek xelatan e yên ku Akademiya Swêdî her sal pêşkêş dike. Xelat 100 000 kron e û hersal ji çend kesan re tê dan ku di warê wergera edebiyatê de ji swêdî bo zimanên din xebat û berhemên wan hene.

Me Rizgar Shekani li Stockholmê li baxekî li Telefonplan dît û wî li ser textekê darî û li bin ewrên esmanê li hindav me vegirtî ji me re behsê vê xelatkirinê kir:

– Akademiya Swêdî bi nameyekê ez agahdar kirim ku ew xelata xwe ya îsal ya wergêrana edebiyata bedew ya swêdî ji bo zimanên din pêşkêşî min dikin.

Rizgar Shekani ji başûrê Kurdistanê hatiye Swêdê û li Stockholmê binecih bûye. Ev sih sal in ew li Swêdê mijûlê nivîskarî û wergêranê ye. Lê wî di van pazde salên dawiyê de xwe daye ber wergêrana şiîra swêdî û sê dîwanên Gunnar Ekelöfî û Entolojiya helbestvanên swêdî û çendîn berhemên din wergerandine ser zimanê kurdî û belav kirine.

Rizgar jî mîna hemî nivîskarên kurd û ji bo debara jiyana xwe li kêleka wergêrana edebiyatê karê tercumaniyê li daîre û dezgehên swêdî dike. Bi gotina wî karê tercumaniyê yê rojane swêdiya wî dewlemendtir dike û ev kar ji zimanê wî yê wergêranê re alîkar bûye.

Rizgarî herweha ji Kurdî edebiyat kiriye swêdî û ji wan helbestên Kerîm Deştî. Ew dibêje ji wî re gelek hêsantir e edebiyatê ji swêdî bike kurdî, ji ber ku kurdî zimanê wî yê dayikê ye. Lê ku ew ji kurdî dike swêdî û beriya weşandina berhemê, kesên swêdîziman û edebiyatnas di serrastkirina zimanî de jê re alîkar dibin.

Çapkirina kitêban jî sergêjiyeke din ya Rizgar Shekanî û piraniya nivîskarên kurd e û Rizgar ne di wê bawerê de ye ku nivîskarekê kurd bikare ji firotina pirtûkên xwe yên bi kurdî bijî.

Çavkanî: Sverigesradio.se

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …