Civîna 60î ya Kurmancî

Îsal tam bû 30 sal ku Koma Kurmancî xebata xwe ya li ser zaravayê kurmancî didomîne. Bi vê hilkeftinê Zanîngeha Zaxoyê xwe da ber mêvandarîya komê û ew vexwende Kurdistanê. Zanîngehê bi pêşîwazîyeke germ ew kirin mêvan û herweha ji bo piştgirîdana vê xebatê û xurtkirina tevkarîya di gel Enstîtuya Kurdî ya Parîsê qewil da ku her salê carekê vê komê vexwîne Kurdistanê. Ev qewil ji bo hemû beşdarên Koma Kurmancî bû surprîzeke dilxweşker û bilindkirina morala wan.

Ev civîn, civîna 60î û di navbera rojên 14 heta 21ê gulana 2017an de li Zaxoyê dom kir. Vê xebatê îsal 30 salîya xwe dagirtîye û heta niha tê de bi dehan pispor, zimanzan û zimannasên kurd û bîyanî beşdarî kirine.

Hevalên koma Kurmancîyê bê rawestîyan, bê mûçe û dilxwazane salê du caran civînê dikin û her carê bi dirêjahîya hefteyekê li ser pirsên curbicur yên zaravayê kurmancî kar dikin.

Vê carê Zanîngeha Zaxoyê, Fakûlteya Zanistên Mirovayetî Beşa Zimanê Kurdî, di bin rêveberîya birêz Prof Ebdulwehab Mûsa de Koma Kûrmancîyê vexwande Zaxoyê û bi mêvandarîyeke pir bi nirx û biha ew hewand. Ev yeka han bala mediyaya kurdî kişand, çend kanalên televizyonên Kurdistanê hevpeyvîn bi endamên komê re li dar xistin.

Rêveberê koma Kurmancîyê Reşo Zîlan bi xêrhantina endam û beşdarên civînê kir, kar û xebata wan ya 30 salî ya bêwestîyan ji dil nirxand û hîvîya heftêyeke berhemdar û xweşbextîyê bo hemî alîyan xwest. Herwusa spasîyeke germ ya Zanîngeha Zaxoyê jî kir û rêz û hurmet ji bo mêvandarîya Zanîngehê pêşkeş kirin.

Beşdarên civîna 60î ev kes bûn: Reşo Zîlan, Ziya Avcî, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Lezgînê Çalî, Emîn Narozî, Newzad Hirorî, Zinar Soran, Rênas Awdal, Selam Nûman, Eyub Kiran, Ehmedê Dirihî, Îsmaîl Şahîn û Fazil Omer

Mijara vê civînê ji gelek babetên cihê cihê pêk hatibû. Gengeşe û vekolîn li ser van babetan hatin kirin:

Hin peyvên bi balindeyan ve girêdayî

Termînolojîya pizîşkî

Ji ferhengoka Brîfkanî

Peyvên ji hêla Wanê

Hin peyvên kêmnas/nenas

Peyvên ji Dîwana Ehmedê Nalband

Çavkanî: institutkurde.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …