Rêxistina Efûyê: Êrîşên Tirkiyeyê jiyana bi deh hezaran kesî dixe xetereyê

Rêxistina Efu ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên bajarên kurdan de rexne kir û got, jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên li bajarên kurdan de rexne kir û got: ‘Jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye. Civaka navneteweyî li hemberî van îxlalên mafî yên herêmê bê deng e.’

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê qedexeyên derketina kolanan ên li ser bajarên kurdan de daxuyaniyek belav kir û got: ‘Qedexeyên heta demeke nediyar û operasyonên pêkhatî îxlalên mafên mirovan e. Hikumetê di operasyonan de jiyana 200 hezar kesî xistiye xetereyê û wekî ku ceza dabe wan tev digere.’

Rêxistin di berdewamiya raporta xwe de dibêje: ‘Li hemberî sepanên bêrehm û kêfî yên hikumetê, gel bi zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Niha çavdêrên biyanî nikarin xwe bigihînin herêma kurdan û em encama zor û zehmetiyên li herêmê baş nizanin. Hêzên ewlehiyê nahêlin ku ambulans herin herêma şer û birîndaran derman bikin.’

Dalhuisen, ev cezakirineke giştî ye

Dîrektorê Bernameyên Ewropayê û Asya Navîn John Dalhuisen jî operasyon rexne kirin û got: ‘Operasyonên ku bi rojan didomin û qedexeyên derketina ji malan jiyana bi hezaran însanan dixe xetereyê û ev sepandin wekî cezayekî kolektîf e.’
Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …