Neteweyên Yekbûyî Îranê şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî ji ber kuştina Jîna Emînî Îranê şermezar kir

Rêxistina cîhanî bang li Îranê kir hurmetê ji standardên mafên mirovan re nîşan bide

Raportorên Neteweyên Yekbûyî têkildarî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Mahsa Emînî daxuyaniyeke hevpar dan.

Raportoran, xemgîniya xwe ya ji ber qetlîama Mahsayê anîn ziman û êrişên polêsên Îranê yên li dijî çalakiyên demokratîk şermezar kirin.

 “Amînî bû yek ji qurbaniyên din ên cihêkarî û zexta sîstematîk a Îranê ku jinan ji azadiya wan bêpar dihêle.”

Daxuyanî wiha ye:

“Amînî bû yek ji qurbaniyên din ên cihêkarî û zexta sîstematîk a Îranê ku jinan ji azadiya wan bêpar dihêle.

Jînayê ne ji ber krîza dil, ji ber lêdana polêsên exlaqê jiyana xwe ji dest da. Ji raporan diyar dibe, 13’ê îlonê polêsan îşkence lê kirine û piştî komayê, 16’ê îlonê li nexweşxanê miriye. Divê rayedarên Îranê derbarê vê bûyera ayan beyan de derhal lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin, encamên wê bi raya giştî re parve bikin û faîlan jî bidarizînin.”

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de sansura Îranê ya li ser înternetê jî bi wiha tê şermezarkirin

“Banga me li Îranê ev e; hemû qanûn û polîtîkayên li ser bingeha cihêkariya zayenda civakî hatine sazkirin ji holê rakin, li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin.”

“Li gelek bajarên Îranê bi hezaran kes daket kolanan. Lê belê hêzên ewlekariyê yên Îranê li dijî çalakvanan tundiyeke mezin bi kar tînin. Li gorî raporan, yek jê jin û yek jî zarokeke 16 salî, bi giştî 8 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Ji 19’ê îlonê ve jî li Tehran, bajarên Kurdistanê û herêmên din ên welêt heta demekî dirêj înternet hat qutkirin. Bi vê yekê re di nava 12 mehan de bû cara sêyemîn ku Îran bi awayekî giştî înternetê qut dike. Îran ji bo ku welatiyên li pey daxwaza azadiyê xebirêxistin nekin înternetê qut dike. Dewlet bi tu awayî nikare vê tevgera xwe rewa nîşan bide.”

“Ev bû 40 sal ku jinên Îranî li dijî girêdana bi darê zorê û binpêkirina mafên mirovan çalakiyên demokratîk li dar dixin. Divê rayedarên welêt guh bidin van daxwazên însanî.

Banga me li Îranê ev e; hemû qanûn û polîtîkayên li ser bingeha cihêkariya zayenda civakî hatine sazkirin ji holê rakin, li gorî standartên mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …