Rapora Tirkiyeyê ya Freedom Houseê

Rapora rewşa giştî ya Tirkiyeyê

Freedom Houseê li ser rewşa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê raporeke berfireh weşand. Di raporê de rewşa kurtedîroka îktidara AKP’ê û mafên siyasî û azadiya sivîl a li Tirkiyeyê yên wekî mafê îfadekirina azad, azadiya olî, azadiya akademîk, mafên kombûnê, sendîkayên kedê, serxwebûna darazê, rewşa girtîgehan, pirsgrêka kurd, rewşa homoseksuelan, mafên milkiyetê û mafên jinê cî girt.

Rapora navborî di çarçoveya Azadiya li Cîhanê sale carekê jib o hemû welatan tê amadekirin. Encama herî balkêş a rapora ji bo Tirkiyeyê ev e ku Freedom Houseê di warê mafên polîtîk û azadiyên sivîl de notên Tirkiyeyê pir kêm in. Statû û notên ku saziyê ji bo Tirkiyeyê diyar kirine wiha ne:

logo

STATÛ: Qismî azad

DERENCEYA AZADIYÊ: 3.5

AZADIYÊN SIVÎL: 4

MAFÊN POLÎTÎK: 3

Bi kurtahî naveroka rapora navborî wiha ye:

Qirêjî û bertîlxwarî: ‘Tirkiye di Indeks of Transperency International a 2012’an de (Indeksa Şefafiya Navneteweyî) ji nava 176 dewletan, di derenceya 54’emîn de ye.’

Mafên îfadeya azad: ‘Mafên îfedeya azad ji aliyê destûra bingehîn tê misogerkirin. (…) Li gorî CPJ’ê (Komîteya Parastina Rojnamegeran), dema bi 8 kesên sala borî re tê miqayesekirin, di dawiya 2012’an de 49 rojnameger di girtîgehê de bûn. Piraniya van kurd bûn û di çarçoveya qanûna antî-terorîzmê ya di doza KCK’ê de tên tawanbarkirin. (…) Hema hema hemû saziyên medyayê di destê şîrketên holding ên dêwane ku têkiliyên wan bi partiyên siyasî heye de ne û vê yekê jî alîkariya xwe-sansûrê dike.’

‘Ji bo weşan û weşanên televîzyonê yên bi kurdî niha destûr tê dayîn lê ew dikarin bi awayekî demkî ji aliyê rêvebiriyê bên girtin.’

Azadiya olî: ‘(…) Destûra bingehîn azadiya olê diparêze lê layiktiya fermî ya dewletê bûye sebeba bisînorkirinên li hember piraniya misilman û yên din. Zilamên şopdarên olê, dikarin ji artêşê bên avêtin û bi awayekî fermî ji bo girtina serê xwe, di zanîngehên dewletê û saziyên hikumetê de, jin tên astengkirin. (…) Alevî ku komeke misilman a ne-sunî ne, ne xwedî statûyekê ne.’

Azadiya akademîk: ‘Azadiya akademîk ji aliyê xwe-sansurê û zextên hiqûqî û siyasî yên di derbarê mijarên  hesas ên wekî kurd, binavkirina qirkirina ermeniyan di Şerê Cîhanê yê I’emîn de wekî jenosîdê û mîrateya Ataturk ve hatiye bisînorkirin.’

Mafên Kombûnê: ‘Mafê kombûnê ji aliyê destûra bingehîn tê parastin. (…) Tirkiye xwedî civakeke sivîl a aktîf  e. Gelek bisînorkirinên ji bo xwepêşandanan hatine sistkirin (…) lê pevçûnên bi polêsan re hîn didomin.’

Sendîkayên kedê: ‘Qanûna ji bo parastina sendîkayan heye lê xebata sendîkayan di pratîkê de bisînor e. Hiqûqa ji bo naskirina grevên legal çewsîner e û cezayên ji bo beşdariya grevên ne qanûnî, giran in.’

Daraza serbixwe: ‘(…) hikumet dikare bi riya tayîn, destek û fînanskirinê li ser dadgeran tesîrê bike. (…) Sîstema dadgehan bi giştî, ji aliyê derengbûyîna qeydeyên dozê –hin darizandin pir  dirêj dajon û vê yekê barê madî ya parastinê giran dike- tê qelskirin.’

Rewşa girtîgehan: ‘Hikumet bi armanca astengkirina îşkenceyê qanûnan derxist û hîndekariyê da dest pê kirin lê nûçeyên di derbarê muameleya xerab hîn jî gelek zêde ne. Girtîgeh pir qelebalix in û xizmeta tibî bi problem e.’

Pirsgrêka kurd: ‘Pirsgirêka kurd hîn jî dijwariya kilît e ji bo demokrasiya Tirkiyeyê. Gelek bisînorkirinên kevn ên li ser zimanê kurdî hatin rakirin û di Hezîrana 2012’an de Wezareta Perwerdeyê mifredatekê ku tê de destûra perwerdeya kurdî jî dihat dayîn, qebûl kir. Tevlî vê jî, bikaranîna kurdî di qada xizmetên fermî de hîn jî qedexe ye. (…) Li gorî texmînekê, di sala 2012’an de di operasyonên li hember KCK’ê de 7,748 kes hatin girtin û ji van 3,895 kes ketin girtîgehê.’

Rewşa homoseksuelan: ‘Çalakiyên homoseksuelan ne qedexe ne lê kesên LGBT (lezbiyen, gay, biseksuel, transseksuel) bi awayekî berfireh rastî cûdakarî, tacîza polêsan û şîdeta rojane tên. Di Rezbera 2012’an de AKP pêşniyazeke ji bo parastina mafên LGBT’yan red kir.’

Mafên milkiyetê: ‘Ji bo mafên milkiyetê, ji bilî hin îstîsnayên balkêş, bi gelemperî li Tirkiyeyê rêz tê girtin. Bi deh hezaran kurd di salên 1990’î de ji malên xwe yên li anatoliya başûrêrojhilat hatin derxistin. Hin ji wan vegeriyan û di bin programa ku di 2004’an de hatibû damezrandin, tazmînatê vergirtin.’

Mafên jinan: ‘Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê,  bi qanûnê, wekheviya tam dide jinê lê Forûma Aboriyê ya Cîhanê di Indeksa Mesafeya Zayendî ya Global a 2012’an de, di nava 135 welatan de ciyê 124’emîn daye Tirkiyeyê. Bi tenê ji sêyan yekê jinên di temenê xebatê de beşdarî hêza kedê dibin ku ev, rêjeya herî kêm a Ewropayê ye. (…) Raporeke 2012’an diyar kir ku ji % 42’yên jinên tirk rastî şîdeta fîzîkî yan seksuel tên. (..) tê  gazin kirin ku hikumet ji mafên jinan bêtir bi “yekitiya malbatê” re eleqeder dibe xuya dike.’

Çavkanî: www.freedomhouse.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …