Dadgeha sûcên şer li Bangladeşê li ser kar e

Li Bangladaşê, Dadgeha Navneweyî ya Sûcan (ICT) 90 sal cezayê girtîgehê da Gulam Azamê ku serokê kevn ê Cemaeta Îslamî bû. Bi vê yekê, cara pêşiyê mirovekî ewqas naskirî û xwedî tesîreke bilind, ji ber sûcên şer li Bangladeşê hat cezakirin.

Dadgeh di destpê kê de ji bo Azam cezayê mirinê xwest lê paşê ji ber mezinbûna temenê wî, vê cezayê hat betalkirin. Piştî ku dadgeha li paytext Dakkayê di 15 Tîrmehê de biryara cezakirinê da, yek ji dadgeran Fazle Kabir ji ajansekê re ragihand ku hatiye îspatkirin ku Gulam Azam damezrînerê komên milîs ên bi nave Komîteya Aştiyê, El Bedr û Rajakar bû ye.

Piştî cezakirina Gulam Azamê 91 salî ya bi sebeba sûcên şer ên ku di dema Şerê Rizgariyê ya di 1971’an de pêk hatine, li Bangladeşê nîqaşên cûrbecûr derketin hole û cî bi cî xwepêşandanên li hember biryara dadgeha hatin kirin.Alîgirên partiya herî mezin a mixalefetê Partiya Neteweyî ya Bangladeşê (BNP), bi hinceta ku dadgeh ji bo hilweşandina mixalefetê wekî çekekê tê bikaranîn, reaksiyon nîşan dan  û bang kirin ku greveke giştî bê li darxistin. Ji bo proteskorina biryarê, alîgirên Cemaeta Îslamî daketin kolanan û cî bi cî di navbera wan û polêsan de pevçûn rû dan.

Li aliyekî din, gelek maxdûr an xizmên mexdûrên buyerên di şer de qewimîne, ji ber biryarê pir kêfxweş nebûn. Piraniya kesên ji vê derdorê di wê baweriyê de ne ku dive Gulam Azam bihatana dardekirin.  Muntasir Mamunê ku li Zanîngeha Dakkayê profesorê dîrokê ye da zanîn ku niqteya herî girîng ew e ku “dadgeh Cemaeta Îslamî wekî rêxistina sûcdar bi nav kir. kir. Mamun got ku wan ji bo wî cezayê mirinê daxwaz kirine û dadgehê jî di biryara xwe de daye xuyakirin ku wî cezayê mirinê heq kiri ye lê ji ber temen û nexweşiya wî, 90 sal cezayê girtîgehê jê re hatiye dayîn.

_Ghulam-Azam

Kiryarên dadgehê di serî de yên mafên mirovan, ji aliyê hin saziyên li welat û derveyî welat jî tên şopandin û rexnekirin. Di destpêka îsal de saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di derbarê dadgehê de fikarên xwe eşkere kir û got ku dadgeh di çarçoveya standardên navneteweyî de tevnagere. Li gorî hin rexneyên li Bangadeşê tê kirin, dadgeh li hember her du partiyên mixalîf ên sereke BNP û Cemaeta Îslamî wekî enstrûmanekê tê bikarnanîn.

Kurtedîroka dadgehê

Di 1973’an de Parlamentoya Bangladeşê, Qanûna (Dadgeha) Sûcan a Navneteweyî qebûl kir. Di vê qanûnê de “ di bin hiqûqa navneteweyî de girtin, darizandin û cezakirina kesan ji bo jenosîdê , sûcên li hember mirovahiyê, sûcên şer û sûcên din”  hatibû vegotin. Armanca damezrandina dadgehê, darizandin û cezakirina sûcdarên ku bi Pakîstanê re di şerê 1971’an de hevkariyê kiribûn û ji bo mexdûrên van sûcan pêkanîna edaletê bû.

Mixabin hin qanûnên din ku paşê ji aliyê parlamentoyê hat derxistin de ji bo hin derdorên beşdarê Şerê Rizgariyê bibûn, mafê destnedana hat naskirin. Biryara Têkoşîna Neteweyî ya Bangladeşê ya 1973’an, mafê destnedanê da hemû “şervanên azadiyê” yên ku beşdarê şer bibûn. Paşê Serokê pêşiyê yê welat Şêx Mûcîp, ji bilî kesên ku bi kuştin, tecawiz, şewatê û jenosîdê re tên sûcdarkirin, ji bo hemû welatiyên Bangladeşê yên ku bi Pakîstanê re hevkariyê kiribûn re efûya giştî îlan kir.

Piştî çend salên destpêka damezrandina dewleta nû, heta sala 2008’an vê qanûnê nehat tetbîqkirin. Di vê salê de serokwezîr Şêx Hasîna di kampnayaya xwe ya hilbijartinê de diyar kir ku ew ê “sûcdarên şer” bidarizîne.  Bi dûv serkeftina Yekitiya Awamî, bi armanca bilezdarizandinê di 2009’an de qanûneke nû hat derxistin. Di 2010’an de di kurtedemekê de şeş kesên dihatin tawanbarkirin hatin girtin û darizandin.

Di bûyerên ku di dema şerê 1971’an a di navbera Pakîstan û axa wê ya rojhilat Bangladeşê de pêk hatin de, windahiyên pir mezin hatin derketin holê. Tê texmînkirin ku di vê demê kurt de 3 milyon kes hatin kuştin, 200.000 jin di kampan de rastî tecawizê hatin, 30 milyon kes ji wargehên xwe koç kirin û nêzîkî 10 milyon kes mecbûr hatin hiştin ku koçî Hîndîstanê bikin.

 

Çavkanî: www.dw.de

www.crimesofwar.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …