Radyoya Swêdê weşana kurdî radiwestîne

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê weşana xwe di 1ê nîsanê de bi dawî dike.

Rêvebiriya Radyoyê ji bo vê biryarê mesrefên zêde hincet nîşan da.

Bawerî ev e, sebeba esasî bazara ji bo NATOyê ya bi Tirkiyeyê re ye.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê weşana xwe di 1ê nîsanê de bi dawî dike.

Rêvebiriya Radyoyê ji bo vê biryarê mesrefên zêde hincet nîşan da.

Radyoya girêdayî dewleta Swêdê wê tevî kurdî, weşanên bi zimanên rûsî û tîgrînî jî bide rawestandin.

Radyoya Swêdê diyar dike, ew ê lêçûyinên xwe 225 milyon kron kêm bike û lewma neçare hin beşan bigire.

Ji bo vê jî vê jî 100 ji 2300 xebatkarên radyoyê ji kar bên derxistin.

Bazara bi Tirkiyeyê re

Herçiqas hinceta girtinê wekî “mesref” hatibe nîşan dan jî, tê texmînkirin sebeb bazara bi Tirkiyeyê re ye.

Dewleta tirk ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê şert danîbû pêşiya hukumeta Swêdê.

Girtina Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê yek ji wan şertan tê nirxandin.

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê di 06.01.2001ê de bernameya xwe ya yekem weşandibû.

Beşa Kurdî li ser înternetê bi soranî û kurmancî weşanê dikir û 4 rojnemavan tê de dixebitîn.

Infowelat

———————

Foto: Studyoya weşana radyoyekê /Rojevakurd 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …