17 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir.

Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel derbarê gerîlayên di êrîşa çekên kîmyewî de, ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a mêtinger a bi pêşengiya AKP û MHP’ê ku hikumeke şerê taybet e, di êrîşên dagirker de yên li Başûrê Kurdistanê, qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcê şer dike. Li hemberî gelê me, hêzên ji bo azadiyê têdikoşin û li dijî mirovên sivîl teroreke dewletekê dimeşînin. Li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di Sibata 2021’an de ji êrîşa Garê/Siyanê dest pê kiriye û li qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî jê diçe yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar aniye û van çekên qedexe hê jî tê bikaranîn. Artêşa Tirk li herêma Siyanê ya Garê, li qada Zendûra ya Metînayê, li qada Mamreşo ya Avaşînê, li qadên Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê di sala 2021’an de 367 caran bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî bi kar aniye. Di van êrîşan de 46 hevalên me şehîd bûne.

Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û ligel ku ev kirinên wê dikeve nav pêkanînên dermirovahiyê, saziyên navneteweyî yên eleqedar, çavê xwe ji vî tiştî re girtine.  Hêzên me yên gerîla di çarçoveya mafên meşrû, mirovî û demokratîk ên gelê Kurdistanê de peywira xweparastinê dike, dewleta Tirk jî xwe dispêre piştgiriya ku NATO daye wê, her cure sûcê dermirovahiyê dike. Hikumeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û di sala 2022’an de di êrîşa dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Artêşa Tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cih û demên cihê de bi kar aniye lê di salên 2021 û bi taybetî di salên 2022’an de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatine şehîdxistin.

17 gerîlayên di êrişên dawî yên çekên kîmyewî de hatin qetilkirin.

 

DI MEHÊN DAWÎN DE DEWLETA TIRK ZÊDETIR ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Heyetên xwestine werin herêmê û derbarê bikaranîna çekên qedexe lêkolînê bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê yên li herêmê serwer in hatine astengkirin. Heyetek hatiye heta navçeya Amêdiyê ku 5 kîlometreyan dûrî ev çek hatibûn bikaranîn lê destûr nehatiye dayîn ku heyet lêkolînê bike. Lê hêzên me di nav şertên herî dijwar û bomberdûmanê de, gelek dîmen û belgeyên ku sûcên şer ên artêşa Tirk derdixe holê, parçe bi parçe pêşkêşî raya giştî kiriye. Ligel vê jî raya giştî ya demokratîk têra xwe bi baldarî nêzî vê meseleyê nebûye, saziyên eleqedar deng û îtîraza xwe bilind nekirine. Hikumeta şerê taybet a AKP û MHP’ê ji vî tiştî hêz stendiye, li hemberî gerîla nekariye encamekê bistîne û ji ber li hemberî gerîla tengijiye bi taybetî di mehên dawîn de bombeyên qedexe û çekên kîmyewî zêdetir bi kar aniye.

BOMBEYÊN TAKTÎK NUKLEER, TERMOBARÎK Û BOMBEYÊN FOSFORÊ JÎ TÊN BIKARANÎN

Ji xeynî gazên kîmyewî yên ku zindiyan jehrî dike, hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk bombeyên cihê yên qedexe jî bi kar tîne. Tevî gazên kîmyewî cureya bombeya taktîk nukleer ên ku pergala tunelê hildiweşîne û li qadeke teng bandora jehrîbûnê ava dike, zêdetir bi kar tîne. Ev bombe ne bombeyên wisa ne ku li qadeke berfireh radyasyonê belav bikin. Ev bombe dozaja wê hatine eyarkirin, şîddeteke mezin û germahiyê derdixînin holê û li qadeke teng bandora wê ya kuştinê heye. Bombeyên termobarîk û bombeyên fosforê yên xwedî heman taybetmendiyan jî hatine bikaranîn. Heke hatina heyetên lêkolînê neyê astengkirin û hatina wan a qada şer nehate qedexekirin û derfeta ewlekariyê pêk bihata, wê bi awayekî zelal derketa holê ku dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne. Em Hêzên Parastinê yên Gel diyar dikin li ser van esasan em ê li gorî derfetên xwe ji heyetan re bibin alîkar.

Di rojên borî de di êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne. Di nav van hevalên me de şehadeta heval Baz (Mehmet Can Evren) berê hatibû eşkerekirin û lê ji bo ku diyar nebe çeka ku dijmin bi kar tîne dikare encamê bistîne, sedema şehadeta wî ji bo tevdîrê cihê hatibû nîşandan.

Artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer li qadê Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rejîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşa Tirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan wê ev sûcên şer zêdetir bidomînin.

————-

Ev nûçe cara ewil di ANF’ê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …