Ewrûpa ambargoyên Rûsyayê girantir dike

Yekîtîya Ewrûpayê gav bi gav ambargoyên li dijî Rûsyayê girantir dike

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen vê carê ambargoyek din ragihand

Bi ambargoya nû re wê zirareke 7 milyar euroyî ji bo Rûsyayê çê be

Leyen got wê ambargoya li dijî Rûsyayê bi giranî di warê qedexeya îwxracata hin berhemên Rûsyayê de be.

Bi vê qedexeyê re, wê zirara Rûsyayê bigihîje 7 milyar euroyî.

Leyenê da zanîn, lîsteya berhemên qedexekirî wê paşê bê weşandin.

Mijareke din a ku di daxuyaniya Leyenê de cî girt, derbarê buhayê gaza Rûsyayê de bû.

Bi armanca Rûsya zanîn û pisporiya Ewrûpayê bi kar neyne, wê xebata welatiyên Yekitiya Ewrûpayê ya bi van şîrketan re bê qedexekirin.

Serokê Komîsyona Ewrûpaya got, welatên G7’an li hev kirine, ji bo buhayê gaza ku Rûsya welatên sêyemîn wê sînorek bê diyarkirin.

Yek ji biryarên di çarçoveya ambargoya dawî de, derbarê xebata welatiyên Yekitiya Ewrûpayê ya bi şîrketên di destên Rûsyayê de ne.

Leyenê got, bi armanca Rûsya zanîn û pisporiya Ewrûpayê bi kar neyne, wê xebata welatiyên Yekitiya Ewrûpayê ya bi van şîrketan re bê qedexekirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …