Rojnameya Ronahî bû 12 salî

Yekemîn dezgeha çapameniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bi rêya raporên xwe, şopandina geşedanan û xwendina rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya herêmê ev 12 sal in erka ronakbîrî û têgihîştinkirina civakê didomîne.

Rojnameya Ronahî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike û 16`ê Cotmeha 2011`an ji bajarê Helebê dest pê kir, wekî yekemîn dezgehên çapemeniyê yên herêmê tê hesibandin. Rojname bi rêya tora nûçegihanên xwe derxistina hejmarên xwe bi her du zimanên erebî û kurdî didomîne.

DESTPÊK Û DERKETINA YEKEMÎN

Li gorî endamê rêveberiya rojnameyê Ebdurehman Mihemed, damezrandina Rojnameya “Ronahî” di Havîna sala 2011`an de, bi taybet piştî destpêkirina tevgera li Sûriyeyê (Bihara 2011`an) bi armanca têgihîştina civakê û peydakirina atmosfera azadiya nêrîn û derbirandinê, dayîna agahiyên têrker bo civakê û bilindkirina asta wê ya siyasî û çandî bi rêya raporên cihêreng e.

Ebdurehman Mihemed di salvegera 12`emîn a damezrandina rojnameyê de ji me re axivî û ev tişt anîn ziman: “Avakirina civaka demokratîk-pirreng ku baweriyê bi jiyana hevbeş a hemû pêkhate, ol û baweriyan tîne, pêdiviyê bi hebûna amûrekê ku agahiyan bi dirustî û pisporî bo civak û girseyî veguhêze dibîne. Ev yek ji ber siyasetên rejîmên hikumê yên li ser hev di civaka Kurd û Sûriyeyê de nebû. Li ser wê yekê desteya edîtoriyê ya rojnameyê ya 9 kesî hat avakirin. Di nava wan de kesên ji herêma Cizîrê, Heleb û Efrînê hebûn. Rojnameyê destpêkê heftane ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê Ronahî dest bi weşanê kir. Hejmara yekemîn a rojnameyê hejmara /0/ bû û ji 12 rûpelan pêk dihat. Salek piştî damezrandina rojnameyê pêveke bi navê Mizgîn (kovareke zarokan) hat derxistin û ev cara yekemîn bû ku li Rojava kovareke zarokan tê derxistin.”

12 SAL IN PÊNÛS NIVÎSANDINA RASTIYÊ DIDOMÎNIN

Mehek piştî derketina rojnameyê, bi taybet di hejmara wê ya 5′an de û ji bo bersivdanda pirrengiya pêşniyaran, hejmara rûpelên Rojnameyê zêde bû 16. Piştî kêmî salekê careke din hejmara rûpelan zêde bo 20 rûpelan hat zêdekirin. Di destpêka Çileya 2015′an de weşana rojnameyê ji heftane bû nîv-heftane. Ji 30′yê Gulana 2018′an de weşana rojnameyê bû rojane. Lê ji ber nebûna çapkirinê bi awayekî rojane û derfetên kêm ên belavkirinê, rojname hefteyê 2 rojan bi kaxizan, 3 rojan jî elektronîk bû. Her wiha beşên Kurdî û Erebî ji hev hatin cudakirin. Li kêlek wê jî Kovara Mizgîn ku mehane derdiket, êdî her 15 rojan carekê hat derxistin.

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha di rojnameyê de mijarên civakî, çandî, siyasî, aborî, jin, werzîş, tenduristî û hwd tên destgirtin. Di hejmarên xwe de, li gorî felsefeya biratiya gelan û neteweya demokratîk, girîngiyê dide fikra hevgirtina pêkhateyên herêmê û êşên gelê herêmê.”

Hejmara /0/ mîna îroj beriya 12 salan hate derxistin. Îro jî beşa erebî ya kaxizî gihaştiye hejmara 1208, ya elektronî gihaştiye 1685, ya Kurdî jî gihaştiye 1108. Bi giştî heta niha 3900 kopiyên çapkirî yên beşa kurdî, 6300 ya beşa erebî hatine derxistin. Kovara Mizgîn jî ku mehê du caran tê derxistin, heta niha 5 hezar kopiyên wê bêpere li zarokan hatine belavkirin.

RENGÊ JINÊ

Endama rêveberiya Rojnameyê Bêrîvan Xelîl jî têkildarî rola jinê ya pêşeng di rojnameyê de wiha axivî: “Rola jinê di Rojnameya Ronahî de berçav e. Di rojnameyê de rojnamevan, edîtor û dîzaynvan, mûderên karên nivîsê yên jin hene. Rola rojnamevanên jin bi rêya reng û dengê jinê di civakê de diyarker e.”

Bêrîvanê wiha domand: “Pênûsa jinê di Rojnameya Ronahî de xwedî taybetiyeke cuda ye. Jinê di rojnameyê de cihekî girîng girt; rûpela girêdayî çalakiyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate veqetandin.”

Li pêşiya berfirehkriina xebatên çapemeniyê yên rojnameyê ber bi çapemeniyeke armancker ve gelek astengî hene. Rojname hewl dide bi rihê berpirsiyarî û bi hevkariya tevahî kadroyên xwe van astengiyan derbas bike û bigihîne vê armancê. Li ser vê yekê Ebdurehman Mihemed dibêje: “Rojnameya Ronahî bi xwespartina mîrasa şehîdan hewl dide xebata rojnameyê bi pêş bixe û bi rêya zêdekirina rûpelên hejmara xwe ya erebî û zêdekirina hejmarên bi kurdî, amadekirina dosya û raporên girêdayî êşên gel û gihandina wan ji bo aliyên têkildar û raya giştî ya cîhanê, hewl dide hejmara xwînerên li herêman zêdetir bike. Her wiha rojname bi rêya polîtîkaya xwe ya weşanê, helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û teşwîqkirina nirxên biratiya gelan û hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê, hewl dide peyama çapemeniyê bi awayekî rast ragihîne.”

′PARASTIN Û BELAVKIRINA ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ′

Edîtorê beşa Kurdî ya rojnameyê Mihemed Xanim jî der barê mijarê de got: “Rejîmên li herêmê bi rêya qedexekirina ziman û çandê şerê gelê Kurd kir. Vê yekê jî bandoreke mezin li zimanê Kurdî kir. Em hewl didin bi rêya beşa xwe zimanê Kurdî çalak bikin, bi pêş bixin, bigihînin xwînerên xwe û çandê li herêmê dewlemend bikin. Rojnameya Ronahî li kêlek erka xwe ya ronakbîriyê hewl dide zimanê Kurdî bi pêş bixe û belav bike.”

Ji belavkirina kaxiz û elektorînk zêdetir ku rojname hewl dide bi pêş bixe, Rojnameya Ronahî bi rêya bi dehan rojnamevanên xwe hewl dide di aliyê meydanî de jî xwe bi pêş bixe, bûyer, rewşên siyasî, aborî, civakî, çandî ya herêmê dişopîne da ku durişma ′Çavê Rastiyê′ hilgire.

————–

Gotar cara ewil bi sernivîsa ’12 sal in bi dirûşma ‘Çavê Rastiyê’ weşanê dike: Rojnameya Ronahî’ di Hawarnewsê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …