Pîrejina bi tirkî nizanibû xizmeta tenduristiyê nedanê!

Pîrejina ku bi tirkî nizanibû nikaribû derdê xwe bi bijîşk û ekîba wî bi de fêm kirin, li ser vê ji ber ku bijîşk û ekîba wî fêm nekirin heqaret li pîrejinê kirin, ew şandin nexweşxaneke din. Bijîşê ku tedawî nekir, ji pîrejinê û kurê wê gilî gir.

Dayika 82 salî ya bi navê Emîne Kaplan ji ber aciziyên mîdeyê çû Nexweşxaneya Dewletê ya 25’ê Aralıkê, ji ber ku bi tirki nizanibû îdia kir ku ew nehatiye tedawî kirin û bi heqaretê re rû bi rû mayeç. Kaplan da zanîn ew ji mîda xwe aciz e û di heman demê de xitimandina rehan dijî, di kezeva wê de jî pirsgirêk heye, ji derveyî zimanê kurdî tu zimanî nizane û nikare derdê xwe bîne ziman. Nebiyê pîrejinê Abdulhakîm Yilmazsoy jî bertek da nîşan û xwest bi zimanê dayikê xizmeta tenduristiyê bê dayîn.

‘Ji ber ku bi tirkî nizane’

Yilmazsoy da zanîn ew li taxa Vatanê ya navçeya Şahînbey dijîn, berî demekî piştî pîra wî aciz dibe ji bo tedawiyê dibe Nexweşxaneya Dewletê ya 25’ê Aralikê. Yilmazsoy bi lêv kir ku nexweşxaneya ku lê destûr hatibû girtin, dema pîra xwe dibe, pîra wî tenê digirin hundur û ev tişt got: “Gotin wergervan li hundur heye, demekî şûnde dê karê endoskopiyê bihata kirin, demek şûn de heqaret li pîra min kirin. Li ser deng ez ketin hundur, min dît ku qaşo hemşîreya bi kurdî dizane di ser pîra min de dike qêrîn. Min got ‘Bijîşk xanim xebatkara tenduristiyê bi kurdî nizane, ew wisa hîsdike ku bi kurdî dizane. Pîra min ji zimanê wê tu tiştekî fêm nake. Ji bo wê nekin qêrîn. Di guhên wê de tu pirsgirêk tune, tenê wergervan bi kurdî nizane.'”

Yilmazsoy aşkera kir ku bijîşk bi ser wî de jî kiriye qêrîn, wê xwestiye ku neke qêrîn xwestiye rewşê bi wan bide fêmkirin û bi wan re bibe alîkar, lê wan dest ji helwesta xwe berneda ye û qêrîna xwe berdewam kirine. Yilmazsoy li ser acizbûnê xortoma endoskopiyê bi hêrs ji mîdeya pîra xwe dikişîne û li ser vê rewşê jî ev tişt anî ziman: “Di wê demê de pîra min kir qêrîn û girtiya. Min bertek nîşanî rewşê da. Min bangî polîsan kir. Polîsên ku hatin em ji nexwşxaneyê derxistin. Gotin ‘Em ê tedawiya we nekin.’ Min serî li yekîneya mafên nexweşan da û pirsgirêk bi alîkariya hekîman li hev hat anîn.”

Yalmazsoy aşkera kir ku ser danê êvarê wan bihîstiye ku der barê wan de bijîşkan gilî kiriye û wiha got: “Cihê ku em mafdar bûn em niheq hatin nîşandan. Ji ber ku em kurd in bi vê nêzikatiyê re rû bi rû dimînin.” Yilmazsoy xwest bi zimanê dayikê xizmeta tendirustiyê bê dayîn.

Emîne Kaplan jî destnîşan kir ku ji ber ku wê bi tirkî nizanibû, ew roj bi gelek heqaretan re rû bi rû maye û ev tişt got: “Dest û piyên min dikişandin. Êşeke gelekî mezin bi min dan kişandin. Piştre em ji odeyê derxistin. Herî dawî em sewqî nexweşxaneyeke din kirin.”

Nexweşxaneya ku me li wan geriya, ji ber fêm kirin ku em ji bo çi digerin hevdîtina bi telefonê bê bersiv hiştin.

Jêder: DİHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …