Google hin navên bajarokên li Kirimê guherand

Google di xizmeta xwe ya Google Mapsê de navên hin bajarok û gundên Kirimê ku bi rûsî bûn, guherand. Di dewsa van navan de navên wan ên tatarî hat nivîsandin. Ûkraynayê ji bo bikaranîna navên esil ên Kirimê di Gulana 2016’an de kampanyayekê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de Parlamentoya Ûkraynayê navê 70 navendên li herêma Kirimê guherandibû. Kirim, ji sala 2014’an û vir ve di bin kontrola Federasyona Rûsyayê de ye.

Malpera Meduza ya bi rûsî radigihîne ku bo nimûne navê Krasnoperekopsk bûye “Yany Kapu,” Sovetskoe bûye “Ichki,” û di dewsa Kirovskoeyê de “Islyam-Terek” hatiye nivîsandin. Gelek bikarhênerên xizmeta Google Mapsê yên rûs û rêvebirên herêma Kirimê li dijî vê kiryara Googlê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Wezîrê Ragihandinê yên Rûsyayê Nikolay Nikiforov got ku eger Google qanûnên Rûsyayê binpê bike ew ê nikaribe li welatê wî karê xwe bi rihetî bimeşîne.

Li ser van nerabînûn berfireh, berdevkekî Googlê di 28’ê Tîrmehê de ji malpera RBC ya bi rûsî weşanê dike got ku ew ji bo jinûve bikaranîna navên rûsî yên navendên li Kirimê xebatê dikin û ew ê di nêzîk de xebata xwe bi dawî bikin.

Di bihara 2014’an de Ûkrayna piştî referandûmeke yekalî, kontrola xwe ya li Kirimê winda kiribû. Piştî referandûma yekalî, Kirim ji Ûkraynayê veqetiyabû û tevlî Federasyona Rûsyayê bûbû.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …