Dijîtalkirina zimanê kurdî

Zerdeşt Haco

Ji bo kurdî di asteya pêşveçûnên dijîtal de bimîne, divê hertim alavên nû werine çêkirin. Ango divê di warê dijîtalkirina zimanê kurdî de hertim ferhengên dijîtal werine nûkirin, hijmarên mezin ji nivîsan ji bo hînbûna Zîrekiya Çêkirî – ZÇ werine komkirin û wargehên giştî yên hînbûnê werine afirandin.

Di vê serdema me de, ya ku mirov bi piştrastî dikare wê bi serdema şoreşa dijîtal bi nav bike, giştiya cihanê hin bi hin bi rêya dijîtalkirinê hê zûtir ber bi hev ve tê. Di vê jihevnêzîkbûnê de dijîtalkirina zimanan risteke herî giring dileyize.

Ji aliyekî ve ew hebûna zimanan, berferehbûna wan û pêşketina wan xurtir dike,

ji aliyê din ve ew nasnameya her çandekê, ya ku ziman stûna wê yî sereke ye, geştir dike.

Ji bo zimanê kurdî, yê ku di hin pêvajoyên jiyana xwe de ji aliyê siyasî ve rastî zordestiyeke mezin hatiye, dijîtalkirin deriyên nû ji hebûn û geşkirina wî re vedike.

1. Çima dijîtalkirina zimanê kurdî giring e?

Weke hemû zimanên vê cihanê di zimanê kurdî de jî zarav hene, wek: Kurmanciya Bakur (Kurmancî), Kurmanciya navîn (Soranî), Kirmancî (Zaza) û Kurmanciya başur (Kelhorî û Bextiyarî).

Cidabûn di wê yekê de ye, ku gelek zaravên kurdî hene, lê mixabin zimanekî kurdî yî bilind nîne, û ev yek di biwara dijîtalkirina Kurdî de dijwariyên taybet peyde dike.

Ji ber vê yekê, û ji ber sedemên çandî, zanistî û siyasî dijîtalkirina zimanê kurdî xwedî pêwistiyeke taybetî ye.

Dijîtalkirin gelek derfetan li ber zimanê kurdî vedike:
  • Ferhengên online
  • Dengdarkirina nivîsê (Speech synthesis)
  • Wergerandina maşîneyî (machine translation)
  • Karkirin di mijara nivîsê de (Word processing and office software) Wek: Microsoft Word, Google Docs, Excel, PowerPoint
  • Alavên peywendiyê (Communication tools)

wek: E-Mail, WhatsApp, Zoom, Microsoft Teams, Slack

  • Alavên bihevrekarkirinê (Collaboration tools) wek: Google Drive, Trello, Notion, Miro
  • Wargehên perwerde û hînkirinê (Educational and learning platforms)

wek: Moodle, Kahoot, Duolingo, Quizlet

  • Bernameyên afrandin û xemilkirinê (Creativity and design programs)

weke: Canva, Photoshop, Audacity, Blender

  • Bernamekirin û bipêşvexistina hawîran (Programming and development environments)

wek: Visual Studio Code, GitHub, Jupyter Notebook

  • Rêncbertiyên Cloud û çareserkirina inbarkirinê (Digital tools for data analysis)

Cloud services and storage solutions wek: Dropbox, OneDrive, iCloud

  • Alavên dijîtal ji bo Şirovekirina agadariyan

wek: Excel, Tableau, R, Python

2. Bipêşveçûnên heta niha di binçîniya dijîtal ya zimanê kurdî de hatine kirin

(Progress in the digital infrastructure of the Kurdish language)

Weke em hemû dizanin, di van salên dawîn de di warê dijîtalkirina zimanê kurdî de gelek bipêşveçûnên giring bi rê ve çûne.

  • Çareseriya dijîtalkirina tîp û tastatûrên (Klavyayên) kurdî

Zimanê kurdî bi du alfabêtên cida tê nivîsîn (latînî û erabî).

Standarkirinên Unicode û tastatûrên kurdî arîkariyeke wisa dikin, ku ev her dû alfabêt hesanî werine bikaranîn.

Standardkirinên Unicode weha kirine, ku her tîpeke kurdî di kodeke gelemper de hatiye inbarkirin, wisa ku karibe bi her makîneyeke dijîtal rast were nivîsîn.

Ferhengên online û wargehên agadariyên zimanî

Wargihên (platformên) weke Ferheng.org. yan Wikiferheng di vê navê de berhemên dijîtal ji bo zimanê kurdî peyde kirine.

Ev wargih bi awayekî rêxistinî wan agadariyên zimanî kom dikin, yên ko ji bo wergerandina maşîneyî û rahênanên Zîrekiya Çêkirî – ZÇ têne bikaranîn.

Nivîsên kurdî û wergerên wan di wargehike agadariyan de têne komkirin û di pişt re ji aliyê bernameyên wergerandinê ve têne bikaranîn.

  • Axaftina bi kompîterê çêkirî (Speech synthesis)

Ev teknolojî tê bikaranîn, ji bo nivîs bi deng werine xwendin.

Ji zimanekî weke zimanê kurdî re, yê ku di warê dijîtalkirinê de hê di pêngavên pêşî de ye, ev yek alîgureke (Challenge-eke) mezin e.

Derfeta ku nivîsek bi Kurmancî, Soranî yan Kirmancî ji aliyê kompûter ve bi deng were xwendin, di destpêkê de ye û divê hê kar li ser were kirin û were bidestxistin.

  • Zîrekiya (Jîrîtiya) Çêkirî – ZÇ ji bo zimanê kurdî

Ji bo Zîrekiya Çêkirî – ZÇ karibe karlêkirinê di zimanê kurdî de bike, pêwistiya wê bi agadariyên rahênanê (training data) heye. Ev agadariyên ku ji bo rahênanê werine bikaranîn, ji hijmareke herî mezin ji nivîs û dengên tomarkirî têne wergirtin.

Wek: Komkirina nivîsên nûçeyan yan nivîsên wêjeya devkî dikarin bibine bingehek, da bernameyên Zîrekiya Çêkirî – ZÇ karibin li ser bingiha wan ava bikin.

3. Alîgur (Challenge) û hewldanên çareseriyê

Bi ser hemû bipêşveçûnên heta niha hatine kirin de, hê jî alîgurên mezin li pêşiya dijîtalkirina zimanê kurdî hene:

  • Nebûna zimanekî kurdî yî bilind

Zarav û devokên zimanê kurdî û nebûna zimanekî kurdî yî bilind çareseriyên dijîtal dijwartir dikin. Ji ber vê yekê divê berdewam dirêjî bi xebata ji bo zimanekî kurdî yî bilind were kirin.

  • Hindikbûna agadriyên dijîtal

Zîrekiya Çêkirî – ZÇ hînbûna xwe li ser agadariyên dijîtal yên inbarkirî bi pêş ve dibe. Di dema ku agadariyên dijîtal yên zimanên mezin î cihanê bi hijmarên herî mezin hatine inbarkirin, agadariyên dijîtal î zimanê kurdî gelekî kêm in. Ev yek jî karê xwehînikrina maşîneyan dijwartir dike.

  • Nebûna piştgîriya dewletî:

Ji ber zimanê kurdî bêdewlet e, piştgîriyeke dewletî ji bo bipêşveçûna dijîtalkirina wî nîne.

4. Derfetên çareserkirinê

  • Projektên vekirî ji bo dilxwazên zimanê kurdî

Bihevrekarkirina dilxwazên zimanê kurdî ji bo çêkirin û komkirina agadariyan dikare bibe arîkariyeke mezin, ji bo rê li ber dijîtalkirina zimanê kurdî xweştir bibe.

  • Piştgîriya navneteweyî

Zanîngeh û xebatgehên teknolojiyê bi mebesta lêkolîn û bipêşvebirina zanistiyê dikarin xebatên xwe di biwara zimanê kurdî de jî bi pêş ve bibin.

  • Destpêşxeriyên hînbûn û hînkirinê

Divê di xwendegeh û kursan de alavên dijîtal werine bikaranîn, da zimanê kurdî berferehtir û geştir bibe û pêşeroja xwe dabîn bike.

  • Bipêşxistin û nûkirina alavên dijîtal

Ji bo zimanê kurdî di asteya pêşveçûnên dijîtal de bimîne, divê hertim alavên nû werine çêkirin. Ango divê di warê dijîtalkirina zimanê kurdî de hertim ferhengên dijîtal werine nûkirin, hijmarên mezin ji nivîsan ji bo hînbûna Zîrekiya Çêkirî – ZÇ werine komkirin û wargehên giştî yên hînbûnê werine afirandin.

5. Encam

Dijîtalkirin derfetan ji bo mayîn, bipêşveçûn û bihevvegirêdana zimanî peyde dike. Ew derfeteke mezin e, ji bo geşepêdana her çandekê.

Di encamê de dijîtalkirin derfeteke mezin e, ji bo mayîn, bipêşveçûn û bihevvegirêdan û standarkirina zimanê kurdî, … belê ew alîgureke mezin e jî.

Teblîx di 25p nîsanê de di konferansa “Di dîjîtalîzasyonê de bikaranîna zimanê Kurdî” ya li Dresdenê hatîye pêşkêşkirin. 

Foto: Zerdeşt Haco/Deutsche Kurdische Forum e.V

Dîjîtalkirina kurdî li Dresdenê hat gotûbêjkirin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …