Pêşnîyaza agirbestê ya ji bo alozîya Îsraîl-Hîzbulahê

Amerîka û Fransa agirbesteke 21 rojan pêşkêşî Îsraîl û Hîzbulahê kirin.

Plan ev e, di dema agirbestê de her du alî dest bi hevdîtinan bikin.

Welatên Rojava ji bo pêşîgirtina şerê Îsraîl-Hîzbulahê di nava hewldanan de ne.

Amerîka û Fransa agirbesteke 21 rojan pêşkêşî her du alîyan kirin.

Plan ev e, di dema agirbestê de Îsraîl û Hîzbulah dest bi hevdîtinan bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Fransayê Emanuel Macron derbarê pêşnîyazê de daxuyanîyeke hevpar weşandin.

Di daxuyanîyê de her du serokan wiha gotin:

“Niha dema dîtina çareserîyeke ji bo sînorê Îsraîl-Libnanê ku wê ji bo vegera sivîl vegerin malên xwe ewlekarîyê pêk bîne. Êrişên her du alîyan ên ji 7ê cotmehê û vir ve û bi taybetî jî di du hefteyên dawî de xetereya alozîyekê mezintir dike û zirarê dide sivîlan“

Brîtanya, Awustralya, Kanada, Yekîtîya Ewrûpayê, Almanya, Îtalya, Japonya, Erebistana Siûdî, Yekîtîya Mîrîtîyên Ereb û Qeter destekê da pêşnîyaza Amerîka û Fransayê.

Alozîya Îsraîl û Hîzbulahê ji Şerê Xezayê û vir ve bilind dibe.

Hîzbulah di şer de destekê dabû Hamasê û êrişên bi fuzeyan biribû ser bakurê Îsraîlê.

Îsraîl jî kurtedemek berê bi hezaran amûrên ragihandinê yên Hîzbulahê teqandibûn.

Paşê Îsraîl bi sedan hedefên Hîzbulahê bomberan kiribû û ev jî bûbû sebeba mirina ji 500î zêdetir libnanîyan.

—————————————————-

Foto: Axaftina Nûnerê Amerîkayê yê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî/X.com 

Infowelat

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Guardiola piştevanîya serxwebûna Katalonyayê dike

Guardiola vê havînê dawî li karîyera xwe ya li Manchester Cityê tîne. Guardiloayê li tevahîya …