Pêşangeha di bin sîya wêjeya bi tirkî de

Hogir Berbir

Mixabin Pêşangeha Amedê di bin bandora kirinên sosret de ma. Bi taybetî pirtûkên bi tirkî yên nivîskarên kurd ku bi tirkî dinivîsin li pêş bûn. Ji xeynî vê, vê carê bi şêwaz û şaşiyeke sosret xwe beloqî ber çavan kir. Ev yek armanca bingehîn a pêşengehê û bilindkirina wêjeya Kurdî kir sedemên nîqaşan.

Pêşengeha Pirtûkên Kurdî, bi gelemperî ji hêla weşanxaneyên kurdîû bi piştgiriya şaredarên di dest kurdan de têne organîzekirin, platformeke girîng e ji bo nasandina wêjeya kurdî, pirtûkên bi zimanê kurdî û nivîskarên wan. Armanca van çalakiyan parastin, pêşxistin û belavkirina çanda kurdîye, bi taybetî di qada wêjeyî de. Ev pêşengeh ji bo civaka kurdîhezan gaveke sembolîk û pratîk e ku hişmendiya çandî bilind û zimanê kurdîdi warê wêjeyî de jî xurt dike.

Pêşengeha îsal ya li Amedê jî li gor Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê gulanê tevbigeriya, lê ji ber şîna du têkoşerên kurd ku yek ji wan nivîskar û helbestvan bû, pîrozbahî û pêşengeh bi derengî dest pê kir. 

Mixabin Pêşangeha Amedê di bin bandora kirinên sosret de ma. Bi taybetî pirtûkên bi tirkî yên nivîskarên kurd ku bi tirkî dinivîsin li pêş bûn. Ji xeynî vê, vê carê bi şêwaz û şaşiyeke sosret xwe beloqî ber çavan kir. Ev yek armanca bingehîn a pêşengehê û bilindkirina wêjeya Kurdî kir sedemên nîqaşan.

Paşguhkirina wêjeya kurdî

Pirsgirêka sereke ya van pêşengehan ev e ku pirtûkên kurdî û nivîskarên wan ne di navenda balkişandinê de ne. Di gelek pêşengehan de, pirtûkên bi tirkî, bi taybetî yên nivîskarên kurd ên ku bi tirkî dinivîsin, zêdetir balê dikişînin û di standan de cihên berbiçav digirin. Di encamê de, pirtûkên kurdî li paş dimînin û kêm têne dîtin. Ev mînak, di pêşengehên berê yên li bajarên wek Batmanê, Mêrdînê û cihên din de jî, pirtûkên bi tirkî zêdetir li ber çavan bûne, lê pirtûkên kurdî kêm hatine nasandin û nîşandan.

Weşanxaneyên Kurdî vê rewşê bi hincetên aborî rave dikin. Dibêjin pirtûkên bi kurdî kêm têne xwendin û firotin, loma neçar in ku pirtûkên bi tirkî jî bifiroşin da ku lêçûnên xwe derxînin. Weke hincet, eleqeya gel ya kêm jî didin pêş û gazinan dikin. Lê ev nêzîkatî, bêyî ku bê xwestin, dibe sedem ku pêşengehên ji bo wêjeya kurdî hatiye organîzekirin, di bin sîwana wêjeya tirkî de bimîne. Ev yek armanca bihêzkirina ziman û wêjeya kurdî bi awayekî berbiçav lawaz dike.

Organîzasyoneke ecêb û kiryarên sosret

Pêşengeha Pirtûkên Kurdî ya Amedê yek ji çalakiyên herî navdar ên vê cureyê ye, lê bi sosretî, organîzasyoneke berbat û xebateke pûç li pêşberî me ye. Her çend ev pêşengeh ji bo wêjeya kurdî hatibe organîzekirin jî, ji destpêkê ve heta nûha bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye. Weşanxaneyên li pêşengehê tev ji nêzîkatiya şaredariyê û bê organîzeyî xwedî bertek in. Ew diyar dikin ku ji bo rêzgirtina rêveberî û hewldanên YEWKURD’ê sekinîne û ne ev be wê kêliyekê li wir nemînin û wê konê pêşengehê ji wir rakin.

Hinek gazin û hincetên derketine pêş jî ev in; di pankart, lîste û ragihandinan de, navên hin kesan ên ku xwedî ked û bedelên mezin ên têkoşîna kurdî ne û şehîd ketine, cih nagirin.  Lê belê, navên hin kesan ên ku bi salan bi çêr, heqaret û kiryarên neyînî li dijî ziman û tevgera kurdî û pê li nirxan kirine bi awayekî sosret danin pêş. Hew navê Îbrahîm Guçlu di nava wê lîsteyê de bi cih nekirin e. Ev yek ne tenê neheqî ye, lê bi her awayê xwe eşkere ye ku xwediyê vê hişmendiyê bi eşkerayî heqaretê dike.

Wekî nivîskarekî kurd, ez ne heyranê populerbûna navê xwe û pesindayina kesekî me, lê tişta şaş şaş e! Bi derfet û amûrên vê tevgerê ku hin kes wê destê xwe bavêjin vî karî û li gor berjewendiyên xwe xwediyên esil ên têkoşînê li paş bihêlin, qet nayê qebûlkirin. Em di pêvajoyeke nû de ne û ev nayê wê manê ku ev pêvajo kiryarên şaş û bi helwestek dijminatî ya hatibû kirin, daye jibîrkirin. Ev şaşî ne cara yekem e ku Şaredariya Bajarê Mezin bi heman kiryarên sosret derdikeve pêş. Ev kiryar û helwest, ên şermezarkirinê ne. Pêşengeha Pirtûkên kurdî divê nebe qurbana van kiryarên şaş! Ev rewş bi xwe re nîqaşan tîne û nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê bi şaşiyên ji nedîtî ve têne kirin e,  bi hîşmendî, nêzîkatiyên organîzasyonî û rêvebirinan ve jî girêdayî ye.

Kêmasî biçûk e, lê bandor mezin e

Pêşengeha Pirtûkên Kurdî ji bo armanca xwe ya bihêzkirina wêjeya kurdî bi cih bîne, divê nivîskarên bedelên giran dane, sih salên xwe di zîndanan de derbas kirine, an şehîd ketine û hîn jî vê êşê dikişînin di navenda balê de bin. Gerek ev neyê jibîr kirin, kêmasiyeke biçûk bandoreke mezin li dewsa xwe dihêle.

Ji xeynî pirsgirêkên naverokî, kêmasiyên organîzasyonê jî; ragihandina “filan rojê li filan standê nivîskarek pirtûkên xwe şanenav dike” têrê nake. Stand, afîş, panel û çalakiyên din divê bi temamî li ser zimanê kurdî û wêjeya wê bêne sazkirin. Organîzekirina panelên ku nivîskarên bi kurdî dinivîsin tê de axaftin dikin, girîng e, lê mixabin ev hewldan bi çend kesan re sînordar dimîne. Her wiha, weşanxaneyên Kurdî berhemên xwe bi awayekî çalak nadin pêş û stand di bin destê rêvebirinên qels de têne hiştin. Reklam û organîzasyoneke baş qet neyê kirin.

Pêşengeha Pirtûkên Kurdî derfetek mezin e ji bo nîşandana dewlemendiya çanda kurdî. Lê ev derfet divê nebe qurbana kiryarên sosret û organîzasyona berbat. Makem ku pêşengeha pirtûkên kurdî ye, çi karê Pirtûkên bi tirkî li standên kurdî ne? Navên ku bêyî ked û bedelên têkoşîna Kurdî di lîsteyan de cih digirin, çi cihê wan di vê pêşengehê de heye?

Wêjeya Kurdî, bi dîrok û dewlemendiya xwe, xwedî potansiyeleke mezin e ku bibe hêzeke çandî. Pêşengeha Pirtûkên Kurdî divê bibe qadeke ku vê potansiyelê zindî bike, lê divê bi rûhê têkoşîna ziman û wêjeya kurdî, rêzdariya ji şehîd û gaziyên wêjeyê û bi organîzasyoneke bi hêz bê sazkirin.

Foto: Paneleke pêşangehê. Di pankartê de gelek navên nivîskarên bi tirkî dinivîsin cî girtine. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …