Swîsre kontrola li ser penaxwazan giran dike

Fatoş Demirtaş

Swîsre wê êdî bikaribe telefonên destan, kompîtur û hemû alavên din ên elektronîk ên penaxwazan kontrol bike.

Biryara li ser vê mijarê ji alîyê hikumeta federal a Swîsreyê ve hat dayîn.

Swîsre kontrola li ser penaxwazan derdixe asta herî bilind.

Welatê Çîyayên Alp êdî wê bikaribe hemû arşîva telefonên penaxwazan bi dest bixe.

Biryara li ser vê mijarê ji alîyê hikumeta federal a Swîsreyê ve hat dayîn.

Li gorî biryarê, Sekreteriya Koçberiyê (SEM) wê bikaribe telefonên destan, kompîtur û hemû alavên din ên agahîyan tomar dikin, kontrol bike.

Parlamentoya Swîsreyê daxwaza hikumetê erê kir û biryara derbarê vê mijarê de di nîsana 2025an de ket merîyetê.

SEM ne amade ye

Armanca SEMê ev e, bi rêya kontrolê bikaribe nasname, welat û rotaya seyehatê ya penaxwazan tesbît bike.

Tê ragihandin, dema nasnameya penaxwazan sexte be û agahîyên rast neyên bidestxistin wê cîhaz bên kontrokirin.

Hikumeta Swîsreyê îdîa dike, bi vê kiryarê wê prosedûrên penaberîyê bên kurtkirin.

Lêbelê parazvanên mafên mirovan û penaxwaz di vê meseleyê de bi fikar in.

Li alîyekî din, ji bo bikaribe vê biryarê têxe merîyetê divê SEM amadekarî bike.

Pêdivîya sazîyê hem em bi butçeyekê hem jî bi personelên vî karî bikin heye.

Piştî ku personel bên dîtin, divê ji bo vî karî bên perwerdekirin.

Hikumeta federal di wê baweriyê de, bi demê re wê feydeya vê kiryarê hebe û wê bibe sebeb lêçûyînên ji bo penaxwazan kêm bibe.

Swîsre yek ji welatên Ewrûpayê ye ku herî zêde serî li mafên penaberîyê tê dayîn.

Hejmara penaxwazan salane digihîje derdora 20,000î.

Foto:

Bern û Cenev deriyên xwe li penaberan girtin

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …