“Tirkiye bêdengiya Ewrûpa kirî!”

Li ser peymana Yekîtiya Ewrûpa ya bi Tirkiyê re rojnamevan Ylva Nilsson dibêje Tirkî di destê Erdogan de bûye lîstokek û YE jî bûye beşek ji vê lîstika Erdogan.

Heftiya derbasbûyî di navbera Tirkî û Yekîtiya Ewrûpa de peymanek hate îmza kirin. Peyman bi taybetî li ser koçberên ku ji Tirkî derbasî Yûnanîstanê dibin e, lê meseleya rakirina vîzeyê di navbera Tirkî û YE de jî heye. Û YE ji Tirkî dixwaze ku ew li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere. Lê gelo ev hiqûqa navneteweyî ku YE behs dike tê çi wateyê?

Katarina Areskoug Mascarenhas seroka buroya nûnertiya komîsyona YE ya Stockholmê ye:

– Komîsyona YE dawê li Tirkiyê dike ku ew li gor hiqûqa navneteweyî û peymana Cenevrê hereket bike û ev di çarçoveya hewandina penaberan de ye. Yanî ev peyman li ser penaberên li Tirkiyê ye ku Tirkî divê li gor pêvajoya hiqûqa navneteweyî li penaberan binêre.

Rojnamevaneke swêdî ku siyaseta Yekîitya Ewrûpa pir ji nêzîk ve dişopîne Ylyva Nilsson e. Ew rexnegireke tûj ya lihevhatina YE bi Tirkiyê re ye.

– Danûstandinên ji bo peymaneke YE bi Tirkiyê re di cotmehê de dest pê kirin. Ji hingî ve rewşa li Tirkiyê û ya kurdan her ku çûye xerabtir bûye. Di van peymanan de şertekî ku Tirkî daye pêşiya YE ew e ku divê rexne li siyaseta Tirkiyê neyêne girtin. YE xwe mecbûrê peymaneke wiha dibîne û lewra newêraye li hemberî zordariyên hundir dengê xwe derxîne. Û nexwestiye bifikire ku kurdên welatiyên Tirkî bi xwe dikarin bibine koçber. Hemû pêşbîniyên wiha hatine taloq kirin. YE hatiye bêdeng kirin.

Li ser rexneya Ylva Nilsson ya bêdengkirina YE ya derheqê binpêkirinên mafê mirovan û zordariya li Tirkiyê Katarina Areskoug Mascarenhas dibêje ev xal beşek din ji danûstandinên navbera Tirkî û YE ne.

– Şertên mafê mirovan û demokrasiyê beşek ji danûstandinên ji endametiya Tirkiyê ne. Di pîvanên Kopenhagê de ew hatine rêzkirin û şertên di wira de halê hazir jî derbas dibin.

Di danûstandinên dawî de herwiha ji bo rakirina vîzeyê di navbera Tirkî û YE de jî gotûbêj hatine kirin û YE rêzek şert dane ber Tirkiyê. Mascarenhas dibêje:

– Ji bo lîberalkirina vîzeyê 72 şert hatine danîn. Berya ku tiştek wiha bikeve dewrê de divê Tirkî van şertan bîne cî. Yanî şertên ji bo endamtiyê cuda ne, yên koçberan cuda ne û yên vîzeyê cuda ne.

Û li ser pirsa bê eger Tirkî şertan neyêne cî çi tedbîr li hemberî Tirkî dikarin bêne girtin xuya ye YE bersiva vê pirsê jî hiştiye ji pişt re.

Rojnamevan Ylva Nilsson peymana dawî ya YE bi Tirkiyê re ji aliyê exlaqî, qanûnî û emelî ve rexne dike. Ew nebawere ev peyman biçe serî û dibêje YE nirx, qanûn û exlaqê xwe bi xwe binpê kiriye. Sebeba sereke jî li gor wê ew e ku Tirkî di destê serokkomar Erdogan de bûye lîstokek û YE jî bi vê peymanê bûye beşek ji lîstika Erdogan.

Jêder: Sverige Radio

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …