100 milyon kes li cîhanê penaber in

A.Rahman Çelîk

Hejmara penaberan li seranserê cîhanê di 2020’an de 80 milyon bû.

Şerê Ûkraynayê, pevçûnên li Sûdanê û koçberiya ji Afganistanê, di navbera sê salên dawîn de, 30 milyon koçberên din li vê hejmarê zêde kir.

20 Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ye.

Armanca vê roja navneteweyî ev e ku hêz û wêrekiyê bide însanên ji ber sedemên şer, pevçûn û zilmê, ji welatên xwe reviyane.

Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Bilind a Penaberan û gelek saziyên civaka sivîl hersal di vê rojê de çalakiyan li dar dixin.

Ji sala 2001’ê ya vê roja ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hat îlankirin ve; hersal, hin zêdetir însan ji ber polîtîkayên şer û xwezayê yên dewletên netew, dikevin rêya koçberiyê.

Hejmara penaberan li seranserê cîhanê di 2020’an de 80 milyon bû.

Şerê Ûkraynayê, pevçûnên li Sûdanê û koçberiya ji Afganistanê, di navbera sê salên dawîn de, 30 milyon koçberên din li vê hejmarê zêde kir.

Li gorî daneyên rapora 2022’yan a Neteweyên Yekbûyî dibêje, hejamara kesên bi zorê ji ciyûwarên xwe hatine kirin, 108.4 milyon derbas kiriye.

281 milyon koçber 

Rêxistina Koçberiyê Ya Navneteweyî jî di Rapora Koçberiyê ya 2022’yan de got hejmara penaberan li seranserê cîhanê bûye 281 milyon.

Rêxistina Koçberiyê Ya Navneteweyî jî di Rapora Koçberiyê ya 2022’yan de got hejmara penaberan li seranserê cîhanê bûye 281 milyon.

Kesên li ser rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest didin bi deh hezaran tê îfadekirin.

Di sala 2022’yan de, 330 hezar penaberan ji ser Deryaya Spî xwe gihand Ewrûpayê.

15 welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêşiya vê koçberiyê bigirin li ser du xalên astengiyê li hev kirin.

Li gorî van xalan, kesên xwe gîhandine her çi welatekî Ewrûpayê, wê nikaribin îlticaya xwe li van welatan pêk bînin.

Kesên bûne penaber wê bibin sînorê Yekîtiya Ewrûpayê û îltiyaca wan li wan deran bê kirin.

Heta ku muamemeleya wan xelas dibe jî wê li kampên van deran bên girtin.

——————-

Foto: Postera ji bo Roja Penaberan a Cîhanê hatiye amadekirin /Neteweyên Yekbûyî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …