Par 343 pirtûkên bi kurdî hatin weşandin

Me sala 2022’yan bi 351 pirtûkî temam kiribû. Sala 2023’yan bi 343 pirtûkî temam bû.

Me sala 2022’yan bi 351 pirtûkî temam kiribû. Sala 2023’yan bi 343 pirtûkî temam bû. Di serdema ku qeyrana aborî heye, di serdema ku her ku diçe xwendina pirtûkan kêmtir dibe de li gor salek berê hinek kêmbûn çêbûye, lê dîsa jî hema bêje wekî hev e. Ev tiştek baş e yan na, mijara nîqaşek din e.

Weşanxaneya yekemîn J&J ye

Îsal 35 weşanxaneyan di nav lîsteya me de cih girtine ku heta niha tu demê ew qas nav neketibûn nav lîsteyê. Par 27 weşanxane hebûn. Di nav van de J&J’yê 67 pirtûk derxistine û ketiye rêza yekemîn a lîsteyê. Dûre Peywend bi 40, Nûbihar bi 33 pirtûkî tê.

Helbest yekemîn e

Îsal carek din helbest bûye yekemîn. Hema bêje ji sisêyan yekê pirtûkan helbest in. Helbest bi 105 heban, roman bi 66 heban, çîrok bi 65 heban ketine dû hev. Pirtûkên ku bi awayekî bi folklor-zargotinê ve eleqedar 35 heb in. Dîsa dor 10’î ferheng, li van doran pirtûkên li ser ziman hene. Û werger? Wergerê îsal bi 22 heban cih girtiye.

Akyol wekî fabrîqeyekê kar dike

Berhevkar Hilmi Akyol ev bi salan e karê berhevkirinê dike. Ev 40 sal bûn gelek tişt dabûn hev û ev 10 salên dawî ye her wan deşîfre dike û belav dike. Wî, îsal bi antolojiya dengbêjan, antolojiya çîrokbêjan jî di nav de, yanê bi vê xebata xwe tam bi temamî bi 21 pirtûkan di lîsteya me de cih girtiye. Pirtûkên Aykol ji J&J’yê derketine. Piştî wî Cîhan Roj û Hacî Ozkal tên ku her yekî 6 pirtûk çap kirine. Dûre Saîd Veroj tê ku ew bi 4 pirtûkan ketiye rêzê

Nîqaşa li ser “yekemînî”yê

Me îsal jî kir ku “tenê pirtûkên ku yekemîn hatine çap kirin bixin lîsteyê. Gelek pirtûkên di nav lîsteya weşanxaneyan de hebûn ku berê li weşanxaneyeke din çap bûbûn hebûn. Heta em hay jê çêbûn me ew jê derxistin û listeyeke têkûz amade kir.

Ev nivîs cara ewil di diyarnameyê de hatiye weşandin.

Fotoyê sereke: Bianet.org

Ji bo lîsteya pirtûkan vê lînkê bitiqînin 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …