Amerîka gef li sirbên Bosnayê xwar

Herêma sirban Republika Sirpska îro salvegera 32. a damezrandina xwe ya berê şerê navxweyî ya Bosnayê pîroz kir.

Du balafirên F-16 ên Amerîkayê bi hinceta beşdariya tetbîqata leşkerî ya bi Artêşa Bosnayê re, li ser bajarên Tuzla û Brčkoyê firiyan.

Aramiya li Bosna-Hersekê bi kûrbûna nakokiya bi netewperestên sirb re xera dibe.

Herêma sirban Republika Sirpska îro salvegera 32. a damezrandina xwe ya berê şerê navxweyî ya Bosnayê pîroz kir.

Ev bernameya wekî îşareteke daxwaza veqetîna ji Bosna-Hersekê tê qebûlkirin, li hundir û derveyî welêt rastî reaksiyonan hat.

Bı taybetî, Amerîkaya garantorê federalîzma vî welatî ye, îsal reaksiyoneke hişk nîşan da.

Du balafirên F-16 ên Amerîkayê bi hinceta beşdariya tetbîqata leşkerî ya bi Artêşa Bosnayê re, li ser bajarên Tuzla û Brčkoyê firiyan.

Ev der nêzîkî sînorên Republika Sirpskayê û paytexta wê Banja Luka ye.

Lewma jî ev yek wekî gefekê li hemberê rêvebiriya vê herêmê tê qebûlkirin.

Ji xwe firîna balafiran ji aliyê Sefaretxaneya Amerîkayê ya Sarajevoyê ve hat piştrastkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, beşdariya tetbîqatê “nîşaneke berpirsiyên Amerîkayê” ya ji bo yekitiya axa Bosnayê ye.

Aliyekî balkêş ê vê bûyerê tevlîbûna hêzên leşkerî yên Republika Sirpskayê ye.

Ev yek ji aliyê hukumeta Bosnayê ve bi tundî tê protestokirin.

Beşdariya hêzên leşkerî ji aliyê dadgeha destûra bingehîn ve hatibû qedexekirin.

Lê digel vê jî hukumeta herêma sirban biryara dadgehê red kir û bi ya xwe kir.

Ku der e Republika Srspka?

Ev herêm di 1992’an de ku sala destpêka şerê navxweyî ya Bosnayê, hatibû avakirin.

Serokê herêmê Milorad Dodik e ku li ser xeta netewperestiya sirb polîtîkayê dimeşîne.

Republika Srpska herêmeke bi qasî 24.000 km² berfireh e û nifûsa wê 1.200.000 e.

Ji 82 ji % herêmê sirb, 14 ji % boşnak û 2.4 ji % kroat in.

Ev herêm di 1992’an de ku sala destpêka şerê navxweyî ya Bosnayê, hatibû avakirin.

Serokê herêmê Milorad Dodik e ku li ser xeta netewperestiya sirb polîtîkayê dimeşîne.

Dodik di doza xwe de destekê ji serokê Sirbistanê Aleksander Vucic digire.

Bosna ne welatekî aram e

Di şerê navxweyî de zêdetirî 100 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes terka cîûwarê xwe kirin.

Piştî şer, bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera nûnerên her sê miletan de Peymana Daytonê hat îmzekirin.

Bosna Hersek welatekî Balkanan e ku ji sirb, boşnak û kroatan pêk tê.

Bi hilweşîna Yûgoslavyayê re, di navbera her sê miletab de şerekî navxweyî pêk hat.

Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê di şer de destekê dan kroatan û misilmanên boşnak.

Di şerê navxweyî de zêdetirî 100 hezar kes hatin kuştin û bi milyonan kes terka cîûwarê xwe kirin.

Herêma sirbên Bosnayê Republika Srpska

Piştî şer, bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera nûnerên her sê miletan de Peymana Daytonê hat îmzekirin.

Li welêt sîstemeke federal ku ji herêma sirban û herêma hevpar a boşnak û kroatan pêk dihat hat damezrandin.

Infowelat

Foto: Ala herêma Republika Srpskayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …