Doza jenosîda Xezayê ya li Den Haagê

Dadgeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî dest bi doza derbarê êrişên Îsraîlê yên li Xezayê kir.

Proseya doza jenosîdê bi serîlêdana Afrîkaya Başûr dest pê kir.

Dadgeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî dest bi doza êrişên Îsraîlê yên li Xezayê kir.

Îsraîl di vê doza di Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) de bi jenosîda li hember filistîniyan tê sûcdarkirin.

Doza jenosîdê bi serîlêdana Afrîkaya Başûr dest pê kir.

Başûrê Afrîkayê gilînameyekê ku ji 84 rûpelan pêk dihat pêşkêşî dadgehê kir.

Di gilînameyê de hat ragihandin, Îsraîl bi êrişên li dijî Xezayê Konvansiyona Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

Ev konvansiyon di 1948’an de bi armanca pêşîgirtina jenosîdan hatibû qebûlkirin.

Navenda Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) li bajarê Den Haagê ya li Holandayê ye.

Dadgeh bi serîlêdana dewletan dikare bicive û li hember biryarên wê îhtiraz nikarin bê kirin.

Di gilînameyê de hat ragihandin, Îsraîl bi êrişên li dijî Xezayê Konvansiyona Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

Ev konvansiyon di 1948’an de bi armanca pêşîgirtina jenosîdan hatibû qebûlkirin.

Lêbelê gelek caran dewlet biryarên wê qebûl nakin û wan cîbicî nakin.

Tevî vê jî, doza li hember Îsraîlê xwedî girîngiyeke însanî û sembolîk tê qebûlkirin.

Îsraîl bi mehane ji ber komkujiya li Xezayê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve tê protestokirin.

Aloziya dawî ya li Xezayê di 7ê cotmehê de vi êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kiribû.

Îsraîl bi bomberana dagirkirina Xezayê bersivê dabû û ev jî encamên wekî karesatê bi xwe re anîbû.

Di êrişên Îsraîlê de 23,000 filistînî hatibûn kuştin, 59,000 zêdetir filistînî jî birîndar bûbûn.

Infowelat

—————

Foto: Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî /Truthout.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …