Hêzên Vîet Mînhê (Yekîtîya Serxwebûna Vîetnamê) di 19ê tebaxa 1945an de bajarê Hanoiyê rizgar kirin.
Komara Demokratîk a Vîetnamê di 23ê îlonê de ji aliyê Ho Chi Minh ve hat ragihandin
19ê tebaxa 1945an salvegera Şoreşa Tebaxê ya Vîetnamê ye.
Hêzên Vîet Mînhê (Yekîtîya Serxwebûna Vîetnamê) di vê rojê de bajarê Hanoiyê rizgar kirin.
Paşê, hêzên şoreşger berê xwe dan başûrê welêt û hemû erdên Vîetnamê bi dest xistin.
Di navbera 2 hefteyan de ji Hanoiya li bakur heta Saygona li başûr, Vîetnam rizgar bû.
Qismek hêzên japon ku rastî êrişa Vîet Mînhê hatin xwe radestî hêzên gel kirin.
Di nava van şert û mercên guncaw de Komara Demokratîk a Vîetnamê ji aliyê Ho Chi Minh ve hat ragihandin.
Xwepêşandana ji bo serxwebûnê di 2yê îlona 1945an de pêk hat.
Hestên antî-fransî mora xwe li vê çalakîyê xist û çalakî rastî êrişa hêzên fransî hat.
Serhildana Saygonê
Hêzên kolonyal 47 welatparêzên vîetnamî kuştin û ev jî bû sebeba serhildaneke li hemberê fransîyan.
Mixabin Artêşa Fransî ku destekê ji brîtanîyan girt, serhildana çekdarî têk bir.
Piştî vê, hêzên kolonyal di serî de Saygonê, başûrê Vîetnamê dagir kirin.
Komara Demokratîk a Vîetnamê hebûna xwe li bakur dom kir.
Başûrê Vîetnamê piştî fransîyan ket bin kontrola Amerîkayê û di 1975an de hat rizgarkirin.
—————————————–
Foto: Lîderê serxwebûna Vîetnamê Ho Chi Minh/Controappuntoblog.org
Infowelat