Benazîr Butto ji malbateke Sîndî û Kurd bû

Benazîr Butto di dîrokê de jina ewilî ye ku bû rêvebera welatekî misilman.

Lîdera Pakîstanî wekî zarokek ji malbateke Sîndî û Kurd li Karaçiyê hat dinyê.

Butto 16’ê Mijdara 1988’an de bû serokwezîra Pakîstanê.

Lîdera Pakîstanî wekî zarokek ji malbateke Sîndî û Kurd li Karaçiyê hat dinyê.

Malbata wê ya dewlemend di polîtîkaya welêt de xwedî gotin bû.

Butto li zanîngehên Harvard û Oxfordê perwerde bû û paşê vegeriya Pakîstanê.

Bavê wê Zulfikar Butto di 1973’an de bû serokwezîrê Pakistanê.

Ev jî bû sebeb, Butto gav bi gav tevlî karûbarê polîtîkayê bibe.

Jina Pakîstanî ji destpêka 1980’an de bû seroka Partiya Gel a Pakîstanê.

Di hilbijartinên 1988’an de partiya wê bi ser ket û Butto bû serokwezîra welêt.

Rêvebiriya wê ya demkurt bi gendeliyê hat sûcdarkirin û Butto di 1990’an de ji kar hat girtin.

Partiya Butto di hilbijartinên di 1993’an de careke din bi ser ket û Butto dîsa bû serokwezîr.

Di 2007’an de hat kuştin 

Lêbelê Butto cara duyemîn di 1996’an de bi heman sûcdariyê ji kar hat dûrxistin.

Benazîr Butto piştî vê, terka welêt kir heta demekê li derveyî welêt ma.

Paşê, di 2007’an de careke din vegeriya Pakistanê û dest bi kampanyaya hilbijartinê kir.

Butto di dema mîtîngeke li Karaçiyê ya di 27’ê Kanûna 2007’an de rastî êrişeke çekdarî hat.

Di vê êrişê de Benazîr Bûtto jiyana xwe ji dest da.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …