Neteweyên Yekbûyî alîkarîya însanî kêm dike

A.Rahman Çelîk

Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya însanî hişyariyê dide.

Rêxistinê destnîşan dike ku dewletên bexşdar fonên piştevaniyê kêm kirine, lewma jî alîkariya însanî wê di vê salê de kêm bibe.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hinceta ku welatên bexşedar piştevaniya aborî kêm kirine, alîkariya însanî wê ya ji bo bi milyonan kesan kêm bibe.

Koordînatorê Alîkariyê Tom Flecher li ser babetê li Cenevê daxuyanî da.

Flecher diyar kir ku kêmbûna fonên aboriyê bandoreke rûxîner wê li milyonan kesan bike ku bi birçîbûn û feqîriyê re rû bi rû ne.

Tom Flecher

Neteweyên Yekbûyî da zanîn, ji ber vê sebebê wê butçeya alîkariya însanî ya sala 2025an revîze kiriye.

Li gorî plana nû, butçeya ji bo 114 milyon kesan hatiye veqetandin, daxistine 29 milyar dolaran.

Butçe di sala 2024an de ji bo 180 milyon însanan wekî 44 milyar dolar hatibû plankirin.

Daxuyaniya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî vê hat kirin dibêje, heta niha tenê 5.6 milyar dolar alîkarî hatiye berhevkirin.

Bi fonên alîkariyê, di serî de xurek, ava paqij, alavên tibbî, stargeh û pêdiviyên din ên însanê tên peydekirin.

Amerîka li gel di sala 2024an de, bexşedara herî mezin bû jî, serokê Amerîkayê Donald Trump ji 83 ji %  alîkarîyê qut kir.

Tevî Amerîkayê, welatên Rojava jî rêjeyên xwe yên alîkariyê kêm kirine.

Kêmkirina fonan tenê bandorê li kesên muhtacî alîkariyê nake.

Herweha xebatên mafên mirovan ên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî jî ji vê kiryarê zirarê dibînin.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk dibêje:

“Ji sedî 75’ê saziyên civaka sivîl nêzî nêviyê dahata xwe wenda kirine. Vê yekê bi kêrî rejîmên otorîter tê. Eger van saziyan nikaribin xwe fînanse bikin, parêzvanên mafên mirovan wekî berê wê nikaribin ji bo însanên di bin zulmê de dijiyin têkoşînê bidin.”

Volker Turk lewma jî bang li dewletan kir, ji dêvla fonan kêm bikin, bila girîngiyê bidin berevaniya mafên mirovan.

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Mîhrîcana zarokên kurd li Swîsreyê hat lidarxistin

Bajarê Wintherthurê ya li Kantona Zurichê malovanîyê ji mîhrîcana zarokên kurd re kir. Mîhrîcan ji …