Şerê Îsraîl-Îranê bandorê li Civîna G7an kir

Lûtkeya G7an a li Kanadayê di roja duduyan de dewam dike.

Roja yekê, di bin rageşiya li Rojhilata Navîn derbas bû.

Trump beriya lûtke bi dawî bibe, vegeriya welatê xwe.

Lîderên beşdar bi daxuyanîyekê banga bidawîkirina rageşiya Îsraîl-Îranê kirin.

Rageşiya li Rojhilata Navîn bandorê li lûtkeya G7an a li Kanadayê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya lûtke bi dawî bibe, vegeriya welatê xwe.

Di daxuyaniya hevpar a piştî Donald Trump de hat kirin de, lîderên G7an li paş Îsraîlê sekinîn.

Di daxuyanîyê de Îran wekî çavkaniya terorê ku divê nebe xwedî çekên nukleer hat ravekirin.

Lîderên G7an di domahîka lûtkeyê de, agirbesta Xezayê jî di nav de, banga daxistina rageşiya li Rojhilata Navîn kirin.

Her çiqasî hatibû gotin ku wê îmze neke jî daxuyaniya hevpar ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve jî hat îmzekirin.

Trump li pêyî îmzeyê terka civînê kir û vegerîya Amerîkayê.

Sekreteriya çapemeniyê ya Amerîkayê destnîşan kir ku têkîlî buyerên Rojhilata Navîn Trump vegerîyaye Amerîkayê.

Çima Trump terka civînê kir?

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Donald Trump ji bo agirbestê, dev ji lûtkeyê berdaye.

Trump li ser nîqaşan rexneyên giran li serokê Fransayê kir, wî wekî kesekî li pêyî reklamê pênase kir.

Pê re jî diyar kir ku ji bo “karên mezin” vegeriyaye Washingtonê û tu têkîliya vegera wî bi agirbestê re tune ye.

Trump berî niha qala “valakirina Tehranê” kiribû, û loma jî texmînkirin “karên mezin” ji bo vê gotinê tê bikaranîn.

Rêxistina G7an 

G7 koma welatên herî dewlemend ên cîhanê ye ku ji 7 endaman pêk tê.

Kom bi civînên wezîrên fînansê yên van heft welatan di 1973an de dest bi xebatê kir.

Amerîka, Kanada, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalya endamên bê komê ne.

Yekîtîya Ewrûpa tevî ku ne endame jî, di civînên G7an de tê temsîlkirin.

Infowelat

—————————————

Foto: Ala welatên G7an

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …