Trump dixwaze koçberan bi girseyî dersînor bike

Rêveberiya Trump xwe amade dike, li bajarên ji aliyê demokratan ve tên rêvebirin, koçberan dersînor bikin.

Trump diyar kir ku wî ferman daye Saziya Koçberî û Parastina Gumrigê ICEyê.

Rêveberiya Donald Trump xwe amade dike ku li bajarên ji aliyê demokratan ve tên rêvebirin, bi berfirehî koçberan dersînor bike.

Trump diyar kir ku ji bo koçberan têxin bin çav, wî ferman daye rayedarên Saziya Koçberî û Parastina Gumrigê ICEyê.

Serokê Amerîkayê dibêje, li bajarên Los Angele, Chicago û New Yorkê yên bi milyonan koçberên qaçax, wê bên girtin û dersînorkirin.

Trump rêveberiyên bajarên ku piraniya koçberan lê rûdinên, bi “xurtkirina hêza demokratan” tawanbar dike.

Hêjayî gotinê ye, Trump dema kampanyayên hilbijartinê dersînorkirina koçberan derxistibû pêş.

Helwesta Donald Trump di hefteyên dawîn de li bajarên demokrat tê protestokirin.

Dawiya hefteyê, protestoyên “Em Kralan Naxwazin” dest pê kiribûn û girseyeke mezin beşdar bibû.

Infowelat

————————————————————

Foto: Komeke koçberên ji Amerîkayê Latîn yên li ser sînorên Amerîkayê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …