Li Almanyayê tetbîqata herî mezin a NATO’yê

NATO ji bo mesajek xurt bide Rûsyayê tetbîqateke hewayî li dar dixe.

25 endamên NATO’yê wê zêdetirî 10,000 leşker û 250 balafir bişînin Almanyayê.

Ev tetbîqat, minawreya herî mezin a hewayî ye ku ji 1949’an û vir ve rêxistin hatiye li dar dixe.

NATO li Almanyayê dest bi tetbîqateke hewayî ya mezin dike.

Tetbîqata bi navê Air Defernder-2023, minawreya herî mezin a hewayî ye ku ji 1949’an û vir ve rêxistin hatiye li dar dixe.

Ciyê minawreyên leşkerî bakur, rojhilat û başûrê Almanyayê ye.

Minawre di navbera 12-23’yê Hezîranê de tên lidarxistin û ji 25 endamên NATO’yê zêdetirî 10,000 leşker tevlî dibin.

Ji bo tetbîqatê wê 250 balafir li 6 baregehên leşkerî yên Almanyayê bên bicîkirin.

Piraniya balafiran wê di minawreyên hewayî yên li Deryaya Bakur a nêzîkî Almanyayê cî bigirin.

Hedef Rûsya ye

Rêxistin di 1949’an de ji aliyê 12 welatên endam ve hate damezrandin.

NATO bi tevlîbûna welatên kevn ên bloqa Sovyetê sal bi sal mezin bû û bi Fînlandê re endamên wê bûn 31.

NATO di daxuyaniya xwe de herçiqas qala wê nekiribe jî, hedefa tetbîqatê Rûsyayê ye.

NATO di şerê Rûsya-Ûkraynayê de bi alîkariya leşkerî rasterast destekê dide Ûkraynayê.

Bi vê tetbîqata xwe, rêxistina leşkerî dixwaze mesajek xurt a biryardariyê bide Rûsyayê.

NATO Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê ye ku ji aliyê DYA, Kanada û hin welatên Ewrûpayê ve hatiye îmzekirin.

Rêxistin di 1949’an de ji aliyê 12 welatên endam ve hate damezrandin.

NATO bi tevlîbûna welatên kevn ên bloqa Sovyetê sal bi sal mezin bû û bi Fînlandê re endamên wê bûn 31.

Infowelat

Foto: Reddit

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …