NATO naxwaze bikaranîna çekên atomê nîqaş bike

Eger Rûsya li Ûkraynayê çekên nukleer bi kar bîne, wê NATO bersiveke çawa bide?

Stoltenberg got, îhtimala ku NATO wê li dijî Rûsyayê çekên nukleer bikar bîne pir û pir kêm e.

Sekreterê Giştiyê NATO‘yê Jens Stoltenberg piştî civîna wezîrên NATO’yê ya li Brukselê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Stoltenberg qala nîqaşa li ser êrişeke muhtemel a Rûsyayê ya li Ûkraynayê kir û wiha axivî:

“Retorîka nukleer a Rûsyayê xetere ye. Ew dizanin, bikaranîna çekên nukleer li dijî Ûkraynayê wê encaman bi xwe re bîne. Û helbet ew dizanin, tu kes nikare di şerekî nukleer de bi ser bikeve, lewma jî ev şer wê tu carî pêk neyê.”

Lêbelê pirsa ku herî zêde bersiva wê dihat miraqkirin ev bû: “Di êrişeke bi vî rengî de wê NATO jî bi çekên nukleer bersivê bide an na?”

Jens Stoltenberg. Sekreterê NATO’yê.

Stoltenberg derbarê vê de jî axivî û got, îhtimala ku NATO wê li dijî Rûsyayê çekên nukleer bikar bîne pir û pir kêm e.

Berî niha şefê dîplomasiya Ewrûpî Josef Borrell jî derbarê vê meseleyê de axivîbû û gotibû wê Ewrûpa bi çekên nukleer bersiv nede Rûsyayê.

Borrell diyar kiribû, eger Rûsya bi çekên nukleer êrişî Ûkraynayê bike wê artêşa Rûsyayê bê tunekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …