Mark Rutte bû Sekreterê Giştî yê NATOyê

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bû Sekreterê Giştî yê NATOyê.

Konseya NATOyê di civîna xwe ya di 26ê hezîranê de biryara derbarê Rutte de girt.

Mark Rutte bû Sekreterê Giştî yê NATOyê.

Konseya NATOyê di civîna xwe ya di 26ê hezîranê de biryara derbarê Rutte de girt.

Bi vê biryarê, Rutte ji 1ê cotmehê û şûn ve wê dewsa Jens Stoltenberg bigire.

Mark Rutte ku serokwezîrê Holandayê ye,  bi mehane xwe ji bo vî karî amade dikir.

Piştî Tirkiye û Hûngarya îhtîraza xwe ya ji bo Rutte vekişandibûn, Rutte bûbû namzetê herî xurt a ji bo vî karî.

Çend roj berê jî serokê Romanyayê Klaus Iohannis ji pêşbirka ji bo sekreterîya giştî yê rêxistinê vekişîyabû.

Bi vî awayî, Rutte bûbû tekane namzetê ji bo vê pozîsyonê.

Hêjayî gotinê ye, di serî de Amerîka û Almanya gelek endamên NATOyê destekê didan namzetîya Rutte.

NATO rêxistina leşkerî ya herî mezin a a cîhanê ye ku ji alîyê Amerîka, Ewrûpa û Kanadayê ve hatîye damezrandin.

Bi tevlîbûna Swêd û Fînlandê, hejmara endamên vê rêxistinê gihîşt 32an.

———————————————

Foto: Mark Rutte/ Medyaya civakî

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …