Hejmara 9. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Hejmara tebaxê ya e-kovara Rêya Serwebûnê hat weşandin.

Di vê hejmarê de nûçeyên derbarê Îtalya, Katalonya, Çîn, Kore, Vîetnam, Belûcistan û Almanyayê dikarin bên xwendin.

Dosyeya hejmara 9. derbarê Şoreşa Gîne Bîssaûyê ye.

Hejmara tebaxê ya e-kovara Rêya Serwebûnê hat weşandin.

Bi vê e-kovara dawî, Rêya Serxwebûnê gihişt 9 hejmaran.

Di vê hejmarê de nûçeyên derbarê Îtalya, Katalonya, Çîn, Kore, Vîetnam, Belûcistan û Almanyayê dikarin bên xwendin.

Dosyeya hejmara 9. derbarê Şoreşa Gîne Bîssaûyê ye.

Şerê çekdarî, pêkhatina serbûna wêlêt ji Portûgalê û agahîyên derbarê lîderê şoreşê Amilcar Cabral de mijarên dosyeyê ne.

Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland, bakurê Îrlandayê, Giravên Alandê, Katalonya, Kaledonyaya Nû û Rojhilatê Tîmorê hatibûn weşandin.

Rêya Serxwebûnê berhemeke Infowelat e û piranî ji nivîsên malperê pêk tên.

Venasîna polîtîk û self-detemînasyon mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ne.

Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê bi vê perspektîfê di e-kovarê de tên weşandin.

Naveroka hejmara 9.

Naveroka hejmara 9. a e-kovarê wiha ye:

  • Puigdemont: “Bijî Katalonyaya azad!
  • Salvador Illa bû serokê Katalonyayê
  • Herêmên Îtalyayê daxwaza erkên nû kirin
  • Salvegera Şoreşa Tebaxê ya Vîetnamê
  • Komara Weimarê: Qonaxeke krîtîk a dîroka Almanyayê
  • Serxwebûnxwaz li Belûcistanê êriş kirin
  • Armanca Serhildana Boxer serxwebûna Çînê bû
  • Bakurê Koreyê di 1948an de bû serbixwe
  • DOSYE: Şoreşa Gîne Bîssaûyê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

CSIC: 500 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin

Lêkolîna CSICê: Li Ûkraynayê zêdetirî milyonekî leşkerên Rûsyayê mirin an birîndar bûn lê tevî vê …