Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 10. kongreya xwe li dar xist.
Ji Rojava, Heleb, Şam û Ewrûpayê li derdora 700 delege tevlî kongreyê bûn.
Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif bûn hevserokên nû yên partiyê.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 10. kongreya xwe li dar xist.
Kongre li Hesekê di navbera 21-22yê îlonê hat lidarxistin.
Ji Rojava, Heleb, Şam û Ewrûpayê li derdora 700 delege tevlî kongreyê bûn.
Herwiha, nûnerên Rêveberîya Xweser a Rojava, partîyên kurd, ereb û kêmarên din ên Sûrîyeyê di kongreyê de cîyê xwe girtin.
Di roja dawî ya kongreyê de Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif weke hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.
PYDê di kongreyê de hejmara endamên Meclisa Giştî ji 145 endaman daxist 90 endaman.
Kongre berîya bidawî bibe encamnameyekê weşand.Di encamnameyê de gelek biryar derbarê pêşxistina rola PYDê ya Rojava hatin girtin.
PYDê di encamnameyê de bal kişand ser van xalan:
- Sîstema perwerdehiyê ya endamên partiyê were bipêşxistin.
- Pêşkêşkirinê destek û alîkariyê ji bo ciwanan
- Xurtkirina karê rêxistinî li gund û komînan
- Girêdana bi rêgezên azadiya jinê û hevjiyana hevbeş
- Hemû endamên partiyê li hemberî pêkanîna hevpeymana civakî û pêşxistina aboriyakomînal berpir tên dîtin.
- Bilindkirina tekoşînê li dijî prosesên guhertina demokratîk li herêmên dagirkirî wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
- Pêşxistina têkiliyan li gel hemû hêzên muxalefetê yên Sûrî ku baweriya xwe bi çareseriyên demokratîk tên.
- Zêdekirina tekoşînê bi hemû rêbazan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî û çareseriya doza kurdî li Sûriyê.
- Mayîndekirina projeya rêveberiya xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî.
- Karkirina li gorî hişmendiya neteweya demokratîk.
Bingehên îdeolojîk ên PYDê
PYD di 2003an de li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.
Partîyê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdarîya 185 delegeyan di îlona 2023an de li dar xistibû.
Heta kongreya 10. Salih Mislîm û Asya Abdulah hevserokatîya PYDê kirin.
PYD pêşeng û avakarê Şoreşa Rojava ye ku di sala 2011an de dest pê kiribû.
Konfederalîzma demokratîk stûna sereke ya îdeolojîya vê partîyê ye.
Loma PYDê Abdulah Ocalan wekî îdeologê xwe dibîne û dide ser şopa teorîya wî.
Di vê çarçoveyê de PYD dixwaze li Rojava sosyalîzma lîberter û komînalîzmê di li ser bingeha rêveberîyeke desentralîze dixwaze ava bike.
————————————
Foto: Ala PYDê
Infowelat