PKK ku 52 sal berê hatibû damezrandin, bi kongreyekê dawî li hebûna xwe anî.
Rêveberîya partîyê di daxuyanîya xwe ya di 12ê gulanê de ragihand, kongre di 5-7ê gulanê de civîya ye.
Di encamnameya kongreyê de hat ragihandin, “PKKê mîsyona xwe ya dîrokî bî dawî kirîye.”
PKKê bi kongreyeke dawî li hebûna xwe anî.
Biryara fesixkirinê ji alîyê lîderê PKKê Abdulah Ocalan ve hatibû xwestin.
Ocalan di banga xwe ya di 27ê sibatê de ji partîyê daxwaz kiribû hem çekan berde hem jî xwe dawî li hebûna bîne.
Loma jî gelek derdor li bende biryareke partîyê ya bi vî rengî bûn.
PKKê ji bo banga Ocalan gotûbêj bike lidarxistina kongreyê wekî şert destnîşan kiribû.
Û ji bo lidarxistina kongreye jî agirbesteke yekalî ragihandibû.
Lebelê dewleta tirk agirbestê qebûl nekiribû û êrişên xwe yên li hemberê gerîlayan domandibûn.
Kongreya di bin êrişan de
PKKê tevlî şertên xwe yên dîyar kiribû jî kongreya xwe ya 12. li dar xist.
Rêveberîya partîyê di daxuyanîya xwe ya di 12ê gulanê de ragihand, kongre di 5-7ê gulanê de civîya ye.
Partîyê bi encamnameyekê biryarên di kongreyê de hatin girtini weşand.
Di encamnameya partîyê de kongreya fesixê wekî bernameyeke “serkeftî” hat pênasekirin.
Hat ragihandin, “tevlî êrişên hewayî û bejahî didomîyan” kongre bi beşdarîya 232 delegeyan hat lidarxistin.
“Mîsyon hat bicîanîn”
Di encamnameyê de sebeba fesixkirinê bi van gotinan hat îzehkirin:
“Kongreya PKKê ya 12emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKKê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.”
Kuştina du rêvebererên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî di encamnameyê de cî girtin.
PKKê ragihand, Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3yê tîrmeka 2018an de û Riza Altûn di 25 îlona 2019an de hatine hatine kuştin.
Infowelat