Medyaya cîhanê û xwefesixkirina PKKê

A.Rahman Çelîk

PKK’ê di encama Kongreya 12’mîn de biryara xwefesixkirin û çekberdanê da.

Biryara PKK’ê di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî deng veda.

Çapemeniya cîhanê dibêje: “Şerê zêdetirî 40 salan ê li dijî dewleta Tirk bi dawî bû. Biryara PKK’ê wê bandoreke mezin li herêmê bike.”

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê biryara fesihkirin û çekberdanê ya ku di encama Kongreya 12’în de ragirtiye, ji cîhanê re ragihand.

Vê biryara PKK’ê ya dîrokî ya ku ji niha û pê ve wê qedera Kurdan û polîtîkaya Tirkiyê ya li ser vê qederê tayin bike, wekî mijara sereke di çapemeniya cîhanê de deng veda.

Medyaya Anglo-Saxon

Rojnameya Brîtanî Reutersê nûçeya xwe spart Ajansa Firatê û sernavê “PKK’ya Kurd xwe fesih kir û dawî li raperîna li dijî Tirkiyê anî ” bi kar anî.

Reutersê di domahîka nûçeyê de şerê PKK’ê yê zêdetirî 40 salan e li dijî dewleta Tirk dida meşandin anî bîrê û ev nirxandin kir:

“Biryara PKK’ê di serî de Iraq û Sûriyê, tê payîn ku wê bandoreke berfireh ya siyasî û ewlekariyê li herêmê bike.”

BBC’yê sernavê “PKK çekberdan û tasfiyekirina xwe îlan kir” bi kar anî.

BBC’yê got: “PKK’ê guhdariya lîderê xwe ya meha Sibatê kir” û nûçeya xwe weha dewam kir, got: “Ji niha û pê de diyalogeke nû ya siyasî li pêşiya siyasetmedarên Kurd û mafên Kurdan vedibe.”

Sky Newsê jî biryara PKK’ê wekî biryareke dîrokî nirxand û sernavê “PKK’ê piştî 40 salên şerê çekdarî fesihkirina xwe îlan kir” bi kar anî.

Wekî Reutersê Sky Newsê jî bandora siyasî û ewlekariyê ya li ser herêmê derxist pêş.

The Washington Postê biryara ragihandina fesihkirinê ragihand, xwe spart nûçeya ANF’ê û got:

PKK dibêje wê misyona xwe ya dîrokî temam kiriye û ji bo gelemşeya Kurd bi polîtîkayên demokratîk bên çareserkirin wan ev biryar ragirtine.

Rojnameya giring a Amerîkayê The New York Timesê daxuyaniya PKK’ê bi sernavê “Koma Kurd a serhildêr eşkere kir ku dawî li şerê bi Tirkiyê re aniye” weşand.

New York Timesê diyar kir ku daxuyaniya PKK’ê ya destberdana ji çekan û belavbûnê biryareke welê ye ku dikare li welatên cîran deng vede.

Malpera amerîkî Bloombergê bandora biryarê biryar bi sernavê “PKK’ê şerê 40 salan ê li dijî Tirkiyê bi dawî kri” ragihand. Malperê bandora biryarê ya li ser Tirkiyê derxist pêş û destnîşan kir ku vê biryara dîrokî dikare hêza Tirkiyeya endamê NATO’yê bike hêza herêmî.

Medyaya Fransayê

Medyaya Fransayê Le Figaroyê sernavê “Tirkiye: PKK’ê çekberdan û dawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand” bi kar anî.

Biryara PKK’ê wekî veguherîna dîrokî ya di 40 salên têkoşînê de destnîşan kir.

Rojnameya Le Mondê ya Fransî mijar ji aliyên cuda ve nirxand.

Le Mondê nûçe bi sernavê “PKK’ê xwe fesih kir û diyar kir ku dawî li şerê çekdarî yê li djî Tirkiyê aniye” ragihand.

Pê re jî bi nûçeyeke din weşand û got: “Piştî tasfiyeya PKK’ê pirsgirêka Kurd ji gelek aliyan ve li benda çareseriyê ye.”

Rojnameya Liberationê weke nûçeya lezgîn derbas kir, berxwedana Kobanê anî bîrê û got:

“Partiya Karkerên Kurdistanê 12’ê Gulanê roja Duşemê bi belavokekê ragihand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye ku zêdeyî çil sal in li hemberî dewleta Tirk dimeşîne.”

France 24’ê jî nûçeya xwe spart Ajansa Firatê, got: “PKK’ê misyona xwe ya dîrokî temam kir. Bi vê biryara dîrokî dawî li 40 salên şerê çekdarî yê li dijî dewleta Tirk anî.”

Medyaya Almanyayê

Çapemeniya Alman Die Prese yê sernavê “Rêxistina Kurd PKK’ê xwe fesih kir” ragihand.

Malpera înternetê ya kovara Der Spiegelê biryarên kongreya PKK’ê ragihand.

Di nûçeya bi sernavê “PKK’ê eşkere kir ku xwe fesih kiriye û dawî li têkoşîna çekdarî aniye” de hat gotin ku “PKK’ê bi dehan salan li dijî hikumeta Tirk şer kir. Niha jî Partiya Karkerên Kurdistanê ragihand ku avahiya xwe ya rêxistinî fesih kiriye. Enqereyê ev gav weke xaleke diyarker pênase kir.”

Medyaya welatên ereb

Çapemeniya Ereb El Cezîreyê bi sernavê “PKK’ê xwe fesih kir, pevçûna dehên salan a li Tirkiyê bi dawî bû” ragihand.

El Cezîreyê got: “PKK’ê têkoşîna li dijî çewisandina mafên Kurdan dihat meşandin bi serkeftin bi dawî kir. Misyona xwe ya dîrokî temam kir.”

Kanala televizyonê ya Al Arabiyayê jî got: “PKK’ê raperîna li dijî Tirkiyê bi dawî kiriye, di encama şerê zêdetirî 40 salan, biryar da xwe fesih bike.”

Al Arabiyayê pê re jî destnîşan kir biryara PKK’ê wê bandorê li siyaset û ewlekariya herêmê bike.

Foto: Komeke gerîlayên PKKê 

 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …