Meclîsên ku li Tirkiyeyê çêdibin: derseke demokrasiyê

Protestovan li hember xapandina demokrasiya ku ji aliyê dewleta otoriter a neolîberal a Erdogan tê pêşniyazkirin, dest bi pêkanîna demokrasiya xwe dikin.

Li Stenbolê tiştekî gelek ecêb pêk tê. Ji bilî çalakiyên “mirovê disekine” yê ku li seranserê welat belav bû, meclîsên gel hêdî hêdî li her aliyê bajêr derdikevin holê. Wekî li Spanya, Yewnanîstan û Kampên Dagir Bike yên berê, protestovanên li Tirkiyeyê li hember demokrasiya  ji aliyê dewleta otoriter a neolîberal a Erdogan tê pêşniyazkirin dest bi pêkanîna forma demokrasiya xwe dikin. Ji bo vê mijarê, berê çiqas guman hebin jî, vê bûyerê nîşan dide ku têkoşînên global çawa bi awayekî kûr bi hev re tên girêdan.

Dema ku dewlet dest bi nêçira xwe ya cadûyan a bê însaf li hemberê protestovan, aktîvîst û bikarhênerên Tweeterê dike, bi hezaran mirov bi awayekî serbilind li qadên cihêreng dest bi kombûnê dikin.  Wekî ku Oscar ten Houten ji Stenbolê radigihîne, Meclîsa Beşîktaşê ku li Parka Abbasagayê çend roj in didome, şeva Sêşemê hejmara beşdarên xwe sê qat zêde kir. Bi tenê li Stenbolê 10 meclîsên gel pêk tên û yek ji wan li Îzmîrê ye. Wekî ku Oscar di bloga xwe ya muhteşem de dinivîse (ku wî piştî dagirkirina Puerta del Sol a Madrîdê ya di 2011’an de wê amade kir):

Êdî eleqeya van civînan bi Piştgiriya Taksîmê re tune ye. Ew, însîyatîfên spontane yên mirovên lokal in ku ji ber bêrêzdariya Erdogan a ji bo welatiyên Tirk, maf û azadiyên wan, dîroka wan, bawerî û kevneşopa wan, aciz bûne…Em digihîjin Kadikoyê û bi rastî jî ez nikarim ji vê bûyerê bawer bikim. Zêdetirî 2 hezar mirov bi armanca îfadekirina hêrsa xwe ya ji bo valakirina Geziyê, ji aliyê hikumetê û parvekirina hêviya xwe ya ji bo Tirkiyeyeke baştir, li ser şênahiyê kom bûne. Wekî li her derê, li vir cihêrengiya nifûsê ku ji hemû nîjad û baweriyan pêk hatiye, heye .

Tiştekî enteresane ku endamên meclîsên gel ên li Tirkiyeyê heman îmzeya bi navê kesên hêrsbûyî bi kar tînin. Ev yek nîşan dide ku îlhama hin metodan, rasterast ji xwepêşandanên ji bo demokrasiya rastîn ên li Spanyayê hatine girtin. Bi vî awayî, vê yekê fikra ku me di destpêka serhildana li Tirkiyeyê anî ziman rast derdixîne. Gelek aktîvîstên tirk jî gotibûn ku ji destpêkê vê tevgerê ne tenê protestoyên lokal û neteweyî ne lê parçeyekî têkoşîna global a li hember hilweşîna xwezaya temsîlkar a demokrasiya kapîtalîzmê ye û ji bo demokrasiya rastîn û rizgariya total e.

Syntagma-square-assembly

Wê demê demokrasiya rastîn çi ye? Eşkereye ku dema tê dîtin ku mirovên cihê vê fikrê (û îdealê) bi awayekî cuda şîrove dikin, dayina bersiveke eşkere dijwar e. Tevlî vê, terîfkirina çi ne demokrasî ye, pir hêsan e. Demokrasî tê wateya rêvebirina gel. Wekî encam, dema berjewendiyên korporasyonan (şîrketan) û xapandina olî dest bi serdestiya li ser hikumetê bike, ev ne demokrasî ye. Bi rastî, dema elîtekî biçûk ê siyasetmedarên hatine hilbijartin, ji bo li ser navê yên mayî axaftinê bikin bên peywirdarkirin, ev ne rêvebirina gel e lê temsîlkirina wan e.

Tecrûbeya li seranserê cîhanê ya demokrasiya dîrekt –bi riya meclîsên gel di forma xwe-rêxistin a ne hiyerarşîk de, torên du alî yên desentralîze, komên tematîk ên xebatê û hwd. –  ji bo ku cîhaneke din çawa xuya dike mînakekî, pêk tîne. Helbet, di nava yek ji van mînakan de jî di destê protestovanan de projeyeke ji bo civaka ideal a şoreşger tune ye lê bi armanca bibînin ku çawa komên mezin ên gel bêyî seroktiya hiyerarşîk û navendî bi awayekî bi tesîr xwe birêxistin dikin,  ew bi awayekî aktîf modelên cuda test dikin wan diceribînin.

Sala çûn, dema me belgefîlma ROAR’ê ya yekemîn –Utopyaya li asoyê- li Atînayê kişand, me bi Manolis Glezosê 90 salî re ku lehengê Grek ê berxwedana Şerê Duyemîn ê Cîhanê ye û niha parlamenterê ji koalîsyona çepê radîkal e, hevpeyvînekê kir. Glezos dema şaredarê navendeke biçûk a li girava Naksos bûye demokrasiya dîrekt tecrûbe kiriye. Digel ku Glezos hîn jî bawer dike ku parlamentoya ji aliyê hêzên gel bê kontrolkirin dikare destekê bide aktîvîstan, ew israr dike ku eger mirov xwe ji jêr ve rêxistin nekin, şoreşa welatiyan nikare pêş de biçe.Puerta-del-Sol-Asamblea

Meclîsên li Meydana Syntagma, Puerta del Sol û Parka Zuccottiyê çawa bûn? Ev demokrasiya rastîn bû? Dema me ji Glezos pirsî, wî li me bi bişîrîneke ecêb a li rûyê xwe nêrî – û bi şaşwaziya me ya mezin- bi tenê got: “Na. Ev ne demokrasî ye. Çawa çend hezar mirovên ku li meydanekê kom dibin dikarin îdîa bikin ku ew li ser nave milyonên li herêmê dijîn, diaxivin? Ev ne demokrasî ye –ev derseke demokrasiyê ye. Eger vê tevgerê dixwaze hebûna xwe dom bike, pêdivî heye ku modelên wê yên demokrasiya dîrekt belavî taxan û qadên kar bibe. Incax wê demê em ê dest bi dîtina çêbûna civakeke demokratîk a rastîn bikin.”

Bi peyveke din, tiştên ku Glezos dibêje, wekî bûyera febrîqaya Vio.Me ku riya me ronî dike, ji bo meşandina demokrasiya dîrekt, bi riya karkerên xwe bi rêve dibin radîkalkirina meclîsan û firehkirina wan ber bi ciyên kar e. Eşkereye ku ji van yek jî ji bo hilweşandina dewleta kapîtalîst têr nake lê ji bo alîkarîkirina ku mirov tevlî formên cihê yên biryargirtinê, formên cihê yên hilberînê û riyên hebûn, fikirîn û bi hev re dan û stendinê, niqteyeke destpêkê ye. Bi gotinekê, ev, di derbarê avakirina bingehên civakî yên xwe-rêvebirinê de ye ye ku wê destûrê bide gava dem hat, em saziyên zordar ên dewleta kapîtalîst hilweşînin.

OccupyAssemblyZuccotti

Lê hin tiştên din jî hene. Demokrasiya dîrekt a meydanan, di heman demê de bilêvkirina fikra ku ji bo hilweşandina sîstema kapîtalîst em nikarin li benda şoreşeke dûr bisekinin e. Em niha bi trajediyeke global a mirovî, karesata ekolojîk û qrîzeke kûr a civakî û polîtîk re rû bi rû ne. Divê em niha dest bi hereketê bikin. Em nikarin bi elîtên korporasyonan bawer bibin ku ew vê yekê ji bo me bikin. Em nikarin bi nûnerên polîtîk bawer bibin ku pêvajoyê pêş de bibin. Tekane kesê ku em baweriyê pê bînin em in. Em, gel, divê vê şoreşê pêş de bibin. Niha em dest pê dikin. Ku em hîn jî di asteke mitewazî de ne –dibe ku asta herî girîng a ji nava hemû astan be- divê em baldar bin ku demokrasiya dîrekt fetîşîze nekin. Di dawiya dawiyê de, meclîs fenomeneke pir hêsan e: ev di derbarê mirovên ji rêzê de ne ku pir dixwazin dengê wan bê bihîstin û di jiyana wan de peyva wan jî derbas be. Meclîs riyekê ye ku destûrê dide kesên bi salan e dengê wan hatine birîn, di dawiyê de bi serbilindî rabin ser xwe û biaxivin –û bên guhdarîkirin. Ew, rizgarkirina hişê kolektîf a mirovatiyê ji pencên dirinde û saziyên netemsîlkar ên kapîtalîzma dewletê ye.

Wekî vê, meclîs formên xweş û jiyanî yê berpirsiya civakî û beşdariya polîtîk e. Di pêşerojê de, ji bo zêdetir parçeyên civakê têxin nava xwe, dikarin bên firehkirin. Lê di van demên dilxweşiyê de jî dema em dibînin ku mirov karên xwe digirin destê xwe û li ciyê ku dijîn û dixebitin demokrasiya rastîn pêk tînin, divê em realîst bin: ev bi tenê hîn destpêk e. Dewleta kapîtalîst hîn jî dijî û afirandina civaka me ya paralel têr nake. Divê em xwe-rêxistinê pêk bînin û ji bo ku di dawiyê de hemû civakê bigirin nava xwe, lêgerîna xwe ya ji bo otonomiyê pêş de bibin.

Em xwedî şens in ku hêviya daxwazên radîkal ên wiha dibe ku ne bi tenê xewn bin. Ev tevgera bê serok ji niha ve pêşiya herikîna bi şîdet a otorîteya ji aliyê dewleta tirk vekir, hikumeta ku her ku diçe bêhêvî dibe çewsandina xwe du qat dike, mirovên ji rêzê yên ku di xwepêşandanan de tên dîtin an Tweetên “provokatîf” dişînin, tên girtin û heta bi şandina artêşê gef li wan tê xwarin. Wekî ku Oscar dibêje “Rayedar hîn jî fam nakin ku çi dikin. Ew li lîder û mirovên bertîlxwar û qirêjiyê dikin digerin. Lê ji wan kes tune ye. Em ne rêxistin in, em torek in ku li seranserê cîhanê belav bûne. Em mirovên li ber deriyê demên guherînê ne.”

Jerome Roos

19. Tîrmeh 2013

Çavkanî: Ji teksta îngilizî ya malpera www.roarmag.org  hatiye wergerandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …