Bikaranîna baskî di rêvebiriya herêma xweser de zêde bûye

Departmana Perwerde Polîtîkaya Ziman û Çandê ya hikumeta Baskê, di derbarê Periyoda IV’emîn a Pîlankirinê de (2008-2012) da zanîn ku bikaranîna zimanê baskî di rêvebiriya Herêma Xweser a Baskê de pêş de çûye. Wezîrê departmanê Cristina Uriarte got ku “ji 25 salan û vir ve rêvebiriya baskê duzimanî ye û hebûn û bikaranîna zimanê baskî bilind dibe.”

Wezîrê Departmana Perwerde Polîtîkaya Ziman û Çandê Cristina Uriarte, cîgirê berpirsê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika û midûrê Normalkirina Ziman Gotzon Lobera di Parlamentoya Baskê de di derbarê nirxandina  Periyoda IV’emîn a Pîlankirinê (2008-2012) ya ji bo zimanê baskî, agahî dan. Wezîr Cristina Uriarte got ku encama yekemîn a ku mirov dikare ji encamên ji meşandina pîlanê derketine hole bigire, pêşveçûn e. Uriarte axaftina xwe wiha domand: “Rêvebiriya baskê ji 25 salan û vir ve duzimanî ye û hebûn bikaranîna baskî bilind dibe. Lê hîn di warê têkiliya di navbera baskî û kastîlyanî de (spanyolî) ya di rêvebiriyê de hîn ne di hevkêşeyê de ye û bi armanca ku em baskî ne tenê bikin zimanê qada xizmetan lê bikin zimanê normal ê qada kedê jî, hîn riyeke dirêj li pêşiya me heye. “

Cîgirê berpirsê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika jî diyar kir ku daneyên ji Pîlankirina 2008-2012’an hatine wergirtin pêşveçûna ku di 1990’an de dest pê kiribû li ber çavan raxistiye. Baztarrika wiha axivî: “Di ware zanîna baskî ya ji aliyê xebatkarên rêvebiriyê û nûnerên saziyan ve pêşveçûn pir balkêş e lê pêşveçûnên em qal dikin di warê bikaranîna baskî ya di qada kedê de kêm in.” Baztarrika destnîşan kir ku armanca wan ji aliyekî ve di rêvebiriyê de zêdekirina bikaranîna baskî ye û ji aliyê din ve jî avakirina mercên ku welatî di têkiliyên xwe yên bi rêvebiriyê re bikaribin zimanê xwe yê rastîn hilbijêr in.

Encamên pîlankirina 2008-2012’an

-Ji % 81’ê xebatkarên rêvebiriyê pîlana normalkirina ziman erê dikin. Ji %19’ê xebatkaran li hember vê pîlanê derdikevin.

-Ji 35.837 xebatkarên rêvebiriyê 21.010 kes (%58,6) dikarin parçeyekî an hemû xebata xwe bi zimanê baskî bimeşînin.

-Ji 2/3’yê nûnerên saziyên rêvebiriyê baskî fam dikin û dikarin bi baskî biaxivin. Ji % 56,4’ê nûnerên saziyan xwedî kapasîteya meşandina xebatan bi zimanê baskî ne.

-Di ware ragihandinê de baskî bi awayekî devkî di %71’ê têkiliyan de tê bikaranîn. Di ragihandina nivîskî ya bi rêvebiriyê re ji % 31’ê welatiyan zimanê baskî bikartînin.

-Di formasyona xebatkaran de % 65’ê qursên hîndekariyê bi spanyolî tên dayîn.

-Di weşangeriyê de, ji % 82’yê malperên rêvebiriyê bi zimanê baskî jî weşanê dikin. Lê ji % 61,6’ê weşanên nivîskî bi spanyolî ne.

-Reklam û kamopanya bi giranî bi duzimanan tên meşandin

-Di tabelayên ku li ser riyên bajêr û derveyê bajêr de tên bikaranîn hebûna baskî ji % 90’ê.

Çavkanî: www.euskadi.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …