Makedonya peymana Frontexê îmze kir

Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêşî li rotaya penaberiyê ya li rojavayê Balkanan bigire bi Makedonyaya Bakur re li hev kir.

Peyman destûrê dide saziya Frontex a Yekitiya Ewrûpayê li Makedonyaya Bakur xebatê bike û li vî welatî operasyonan li dar bixe.

Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêşîgirtina pêla penaberiyê ya ber bi sînorên wê re hewldanên berdewam dike.

Jidandina tedbîrên li ser rotaya penaberan a rojavayê Balkanan hedefa nû ya Brukselê ye.

Komîsyona Ewrûpayê ji bo vê meseleyê bi Makedonyaya Bakur re li hev kir.

Peymana di navbera her du aliyan de  ji aliyê seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û serokwezîrê Makedonyaya Bakur Dimitar Kovacevski ve hate îmzekirin.

Bi boneya peymanê, li paytexta welêt Skopjeyê her du alî daxuyaniyek dan.

Lîdera ewrûpî Leyen di axaftina xwe de peymanê wekî gaveke ji bo endamtiya welêt ya ji bo Yekitiya Ewrûpayê pênase kir.

Herwiha Leyen got, ew plan dikin zimanê makedonî jî di dema bê de bikin yek ji zimanê Yekitiya Ewrûpayê.

Naveroka peymanê

Bruksel bi vê peymanê dixwaze rê li ber pêla penaberiya kaçax a ber bi sînorên vî welatî re bigire .

Peyman destûrê dide saziya Frontex a Yekitiya Ewrûpayê li Makedonyaya Bakur xebatê bike û li vî welatî operasyonan li dar bixe.

Bi vî awayî, Komîsyona Ewrûpayê dixwaze hejmara penaberên bi riya Makedonyaya Bakur û Sirbistanê digihîjin welatên Yekitiya Ewrûpayê kêm bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …