Seqiz di çilrojiya Emînî de dîsa bû navenda raperînê

Di çilrojiya kuştina jina kurd Emînî de bi hezaran kes li Goristana Ayçî ya li Seqizê kom bûn.

Ji ber taybetiya vê rojê li Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tedbîrên leşkerî hatin zêdekirin.

Di ser serhildana Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 40 roj derbas bûn.

Di çilrojiya kuştina jina Kurd Emînî de bi hezaran kes berê xwe dan Goristana Ayçî ya li Seqizê.

Ji ber taybetiya vê rojê li Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tedbîrên leşkerî hatin zêdekirin.

Li aliyekî din, şeva borî li piraniya zanîngehan li dijî kuştina Jîna Emînî çalakî hatin li dar xistin.

Çalakiyên li zanîngehên Tehran, Hemedan, Meşhed, Babol û Kerecê berdewam dikin.

Herwiha, li Tehran û Sine, û Şîrazê jî gelek jin servekirî meşiyan û rejîmê proteto kirin.

Ji bo pêşîgirtina Ii çalakiyan, li Sine û Erdebîlê rêveberiya perwerdeyê deriyên dibistanan girt.

Her du bajar du navendên girîng in ku malovaniyê ji çalakiyên protestoyî re dikin.

Bîlançoya raperînê

Di vê navberê de bîlançoya raperîna li Rojhilatê û Kurdistanê û Îranê her ku diçe girantir dibe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir, di encama êrişên hêzên rejîmê de heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …